Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn? 2022-06-05 09:04:47 RIHA - Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku wê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û vê pirsê ji Tirkiyeyê kir: “Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên wê bû tu metirsî li ser ewlekariya wê nebû?”    Tirkiye, di navbera salên 2016 û 2019'an de li dijî Rojava 3 êrişên dagirkirinê li dar xist. Di van êrişan de Tirkiyeyê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Cerablûs, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe li wan bi cih kir. Her wiha ji bilî van deverên dagirkirî Tirkiye dem deman li dijî deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û di nav hewldanên berfirehkirina dagirkeriyê de ye. Komên paramîlîter ku Tirkiye wan li deverên dagirkirî bi cih kiriye, aramiya herêmê têk birine û şerê xenîmetê dikin. Di du hefteyên dawî de Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di hin daxuyaniyên xwe de li dijî bajarên din ê rojavayê Kurdistanê gefan dixwe û fermana êrişan dide.    Li gorî Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî gefên Erdogan ango Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê pirsên ajansa me nirxand. Çiya Kurd vê pirsê ji Tirkiyeyê dike: “Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên we bû tu metirsî li ser ewlekariya we nebû?”    Êrişê Tirkiyeyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojê dawî de zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyeyê di axaftinê xwe ya dawî de qala dagirkirina heremê dike, ev daxuyanî tê çi wateyê?    Belê, projeya rejîma desthilatdar li Tirkiyê projeyek dagîrker û mêtingeriyê li herêmê ye ji bo bihêzkirina desthilatdariya xwe li ser hesabê gelên herêmê li hundir û derve, bi taybetî dema ku mijara gotinê li ser pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelan ên demokrasiyê be. Rejîm hemû hêza xwe ji bo tunekirina wê seferber dike, ji ber ku rejîm hişmendiya nerewperwst û şoven, her wiha ji feraseta Îslama siyasî ji xwe re dike binga birêvebirina welat, û yekîtiya wan, zihniyeteke faşîst a tundrew çêdike û nikare çareseriyên din û vebûna demokratîk qebûl bike û ev jî bingeha îdeolojîk e ji bo neqebûlkina muxalefeteke alternatîf. Her wiha hewl dide wan tune bi her awayî tune bike, ji ber ew ji bo wan xeteriya hebûnê ye, ji ber ku her guherîneke deomkratîk dê wê şêweyê desthilatdariyê û vê pevçûna bi sedsalan tune bike û ji vir ew zîhniyeta tunekirin û qetlîamê bi armanca tasfiyekirina dawîn û yekalîkirina desthilatdarî û desthilatdariyê çêbûye, ev plana stratejîk ya dewleta Tirkiyê ye, her wiha di binhişiay wan de çandeke ku tê de Kurd û muxalefetên din li ba desthilatdaran tune ye. Bi dehsalan de dixwaze vê biçesipîne, her ku derfetek guncav derkeve holê û guhertin li herêmê çê bike, Tirkiye sûdê werdigire. ji wê Li ser hesabê gelên herêmê bi hêzên serdest re bazaran bike û niha jî Tirkiye hewl dide ku mijûlbûna navneteweyî û herêmî ya bi şerê Ûkrayna-Rûsya re îstîsmar bike, an jî bala navneteweyî li ser qeyrana bingehîn belav bike, a ku dê bibe sedema guhertinên stratejîk ên girîng li ser asta cîhanî û herêmî û herwiha rewşa nazik ya navxweyî, di warê aborî û siyasî de. Ev mijareke girîng e ji bo hikûmeta AKP- MHP û hilbijartinên perlemanê û serokatiyê li pêşiya wan e. Di vê rewşa aloz tiştekî gelek xwezayî ye ku Erdogan û rejîma wî ya zalim bi bedeleke kêmtir li rêyên derketina ji vê tengasîyê bigerin. Yekem tişta ku tê hişê desthilatdarên tirk şerê li dijî kurdan û nirxên demokratîk e, ev hênceta li her dem û li her cihî ye, heta ku nehatine tasfiyekirin û heta ku berxwedan hebe li dijî zihniyeta inkarê. Yek ji rêbazên qezenckirina hin dengan û veşartina dosyayên xwe yên gendeliyê û cewisandinê, bi navê şerê li dijî terokê, li gorî hijşmendiya toranî û faşîst.   Heke em bêjin sibêro êriş pêk werin, dê armanca van êrişan çi be?    Tişta ku Erdogan îro radigihîne, weke şerekî vekirî ye li dijî me li bakur û rojhilatê Sûriyê, li hermber hemû cîhanê û helwestên redkirinê û paşguhkirina hemû encamên ku ev şer dikare bi xwe re bîne, wek şerên berê yên li Efrîn, Serê Kaniyê û Griê Spî û kuştin wêranî û dagîrkerî, şerek e ji bo xistina herêmê di avgereke bêveger de, herwiha peydakirina derfetên jiyanê ji bo komên terorîst  e û zêdekirina azarên civaka navdewletî di mijara koçberan de ye, û di  dawiyê de, tunekirina ew rewşa cihêrengiya çandî, etnîkî û olî ya ku taybetmendiya civakên me li Sûriyê ye, nemaze li bakurê rojhilatê Sûriyê . Ev yek hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku tekezî li ser parastina cihêrengiyê bi hemû şêweyên wê dikin binpê dike. Siyaseta navneteweyî berpirsê siyasetên êrişkar ên Tirkiyêye ku gelek caran dibe sedema kûrbûn û çêkirina qeyranan, têkbirina aramiyê û têkbirina hewldanên navneteweyî di şerê li dijî terorê de. Îro jî astengkirina lêgerîna çareseriyên aştiyane ji kirîza Ukraynayê re, ji ber ku siyaseta navneteweyî li ber bi berjewendiyên teng ên madî û siyasî ve diçe, ne yên giştî yên ku li ser aştî û aramiya navneteweyî diparêzin. Her wiha tiştê ku Tirkiye dike, binpêkirina eşkere ya qanûn û pîvanên navneteweyî ye.   Li bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê û yên din hem dagirkirin û hem jî mafê mirovan tê binpêkirin. Lê tevî van hemû sûcên şer jî raya giştî ya navdewletî bêdeng e, hûn vê bêdengiyê çawa dinirxînin?    Herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, li gel pêkanînên sîstematîk ên li ser wan deveran bi armanca jinavbirina nasnameya rastîn a wan deveran, çi ji aliyê dîrokî û çandî ve, veguheriye qadên rêxistinkirina teror û tundrewiyê bi hemû şêweyan, çi ji aliyê erdnîgarî, ekolojî, an ji nû ve endezyariya demografiyê, ji bilî revandina di berdêla preyan, an kuştin û destavêtinê, ku îro bi hezaran bûyerên binpêkirinê hene, û ev yek di raporên mafên mirovan ên navneteweyî de tê îspat kirin. Lê li kêleka van binpêkirinên mezin û jenosîdên bi rengên cuda, tu bertekên ku di asta van kiryaran de ku tawanên şer in, ji bo pêşîgirtina li tiştên ku têne kirin, tune ne. Yekem, bêdengiya sîstematîk a Tirkiyê û alîgirên wê, astengkirina ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ku karibin kesên gunehbar bêne dadgehkirin. Ya duduyan, berjewendiyên gelek welatan bi Tirkiyê re, gelê me dike qurbanê van berjewendiyan û ev yek jî li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin ku şandeyên lêkolînê bişînin, encaman ji raya giştî re ragihînin û sûcdaran derxînin pêşberî dadgehê.   * Tirkiye ango îktidara AKP’ê dixwaze serlêdana Finlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê ya ji bo berjwendiyên xwe asteng bike û di vir de jî nêzîkatiya wan welatan a ji bo Rojava dike hêcet, hûn vê yekê çawa şîrove dikin? Rejîma Tirk niha hewl dide her bûyer û rûdanekê li dijî têkoşîna gelê me bi kar bîne û di warê siyasî de kampanyayeke berfireh dimeşîne û zextê li ser hemû aliyan dike ku tawîzan werbigirin û wan tevlî şerê li dijî gelê me bikin. Ji aliyê din ve bi taybetî welatên Skandînavyayê hene ku bi sempatî û piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan tên nasîn û Tirkiye bi dehan sal e ji bo ku di navbera van welatan û têkoşîna rizgarîxwaz a gelên herêmê de aloziyê çêbike, dixebite. wek nimûne, tişta ku rêxistina Cladio di bûyera kuştina serokwezîrê Swêdê Ulf Palma di sala 1988an de kir, û tawanbarkirina Partiya Karkerên Kurdistanê. Ew kes dilsozê têkoşîna gelê Kurd û Filistînê bû. Ev bûyera kuştinê tenê ji bo avakirina dijminatiyek di navbera gelê Kurd û dewleta Swêdê de bû, û dewleta Tirk jî li pişt vê yekê ye. Îro Tirkiyê li ser esasê dijmahiya gelê me, beramberî tevlîbûna wan a NATO`yê bazaran dike. Ev tê watye ku Tirkiyê plan û stratejiyên tifaqê li gorî pîvanên xwe û li gorî tiştênku dibîne xetereiyeke li ser berjewendiya wê ya netewî, wek ku ew dibêje, ew jî Kurd in, berovajî planên hevpeymanê û welatên girêdayî wê yên ku kêşeyên wan ên navdewletî û ewlehiyê yên cuda hene. Em di wê baweriyê de ne ku siyaseta Tirkiyeyê di vî warî de zelal e û em bang li her kesî dikin ku nekevin nava planên Tirkiyeyê yên ku tenê xizmeta desthilatdariya xwe ya faşîst a mêtinger dike ku hebûna gelê me bi dawî bike, û tu kes nebe şirîkê polîtîkayên bi vî rengî yên faşîst ku tenê xizmeta  cûntaya destpot a ku li Tirkiyeyê desthilatdar e dike.     Îktidara AKP’ê dixwaze milyonek penaberê ku ji Sûriyeyê çûne Tirkiyeyê li herêma bajarên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicîh bike. Aarmanca vê yekê çi ye?    Plana Erdogan ya avakirina herêmeke ewle li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bicihkirina milyonek welatiyên Sûriyê yên ji navçeyên din, li wê herêmê di serî de planeke dagirkeriyê ye, ya duyem jî tunekirina hebûna nasnameyên nijadî, çandeyî û olî yên cihêreng e li wê herêmê, ûtunekirina pêkhateyên ku bi hezarê salan li wê herêmê bi hev re dijîn. niha jî rêjîma Tirkiyê hewl dide vê jiyana hevbeş a aştiyane û nasnameya herêmê têk bibe û nasnameya herêmê tune bike û di navbera civaka herêmî û niştecihên nû de ku Tirkiye dixwaze bi darê zorê bîne herêmê û bi pereyên welatên xêrxwaz an jî rêxistinên Ixwan Elmusliîn yên ku li Ewropa û Rojhilata Navîn belav bûne, rewşa nakokiyên navxweyî di navbera civaka herêmê û niştecihên nû de çêbike.   Planek Erdogan û kabîna wî ya li dijî dagirkirina herêmê di rojevê de ye, gelo di vî warî de amadekariyên gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çi ne, wê gel çawa bersiv bide?   Hemû pêkhateyên bakurê rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Tirkmen dibînin ku Tirkiye gefeke stratejîk e li ser hebûna wan, û cîraneke êrişkare, ne weke ku Tirkiyê dibêje ji aliyê bakurê rojhilatê Sûriyê ve rastî êrişan tê. Ev derew e, û hêncet û bihaneyên dagirkerî û komkujiyê ne. Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên wê bû ti metirsî li ser ewlekariya wê nebû û heta niha bi sedan girûpên tundrew û terorîst li ser sînorên wê hene û rojane di navbera wan de şer pêt tê, lê ti metirsî li ser wan tune ye. Ji ber vê yekê jî baweriya ku di nav gelên herêmê de heye ew e ku ji bilî bersivdayîna êrişan û parastina hebûna xwe û dîroka xwe ku di bin metirsiya êrişa Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî wê de ye, ti çareyek nemaye û ev jî di hemû zagonên navneteweyî û baweriyên olî de mafekî rewa û pîroz e. ew bi hemû pêkhateyên xwe yên siaysî, eşîrî û civakî bûne yek der barê biyara berxwedanê de. Dema ku dijminên wan ên dîrokî bi tenê ev vebijark li pêşiya wan hişt, komkujiyên Sêvo hê jî di mejiyê Xiristiyanan de zindî ne, komkujiyên Dêrsim, Koçgîrî, û bidarvekirina efser û reşenbîrên Ereb li Mercê li Şamê, her wiha li Beyrûtê di mêjiyên helên herêmê de hîna jîndar in, ta roja me ya îro jî herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û herêmên tên tunekirin li ser destên rejîma faşîst ya Tirkiyê û kalikên wan yên Osmanî.    Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hêla leşkerî, siyasî û dîplomasî de çawa ye?   Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê li dijî terorê de destkeftên leşkerî û siyasî yên girîng bi dest xistine û di hevkêşeya siyasî û leşkerî de li ser asta herêmê û Sûriyê bi taybetî û bûye cihekî girîng. Niha jî bi ked û fedekariyeke mezin li dijî terora ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên wê yên çete ve tê xwedî kirin, şer dike. Ev şer yê civaka nevdewletî ye, lê QSD`ê li şûna wan dike, lewma civaka navdewletî dê her deyindarê ked û fedekariyên QSD`ê be. Her wiha ji aliyê îdarî ve jî di pêvajoyên rêveberî û hevgirtina îdarî de geşedanên girîng hene û ev mijar dê projeya rêveberiya xweser, bike projeyek pêşeng ku dikare bibe bingeha çareseriya demokratî li ser asta Sûriyê. Li ser vî esasî kar ji bo danûstandina bi civaka navdewletî û erebî re berdewam e ji bo bidawîkirina aloziya siyasî ya Sûriyê, bidawîkirina rewşa perçebûyî li Sûriyê, û rêgirtina li ber nakokiyên mezhebî û olî. Lê gefên Tirkiyê û Êriş yek ji armancên wan in ku hemû rêyên siyasî û dîplomatîk li pêşiya çareseriya li Sûriyê asteng bikin. Her wiha hewldanên mecin hene bi civaka navneteweyî re jî ji bo pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk.   Ji bo gef û metirsiyên li ser herêmê banga we ji bo gel û raya giştî çi ye?    Bê guman ew gef û êrişên ku Tirkiyê dike rasterast metirsiyek e li ser hewlên civaka navdewletî, çi ji bo şerê li DAIŞê bi rêya QSD`ê, hem jî li ser hewlên mirovî, û metirsiyeke li ser rewşa bihevre jiyanê û aramiya axê. Her êrişek dê bibe sedema encamên xerab û dê deriyên nû ji koçberî, dagirkerî û tunekirinê re veke. Ji ber vê yekê, pêwîst e û berpirsiyariya qanûnî û exlaqî ye ku helwêstên diyarker ji aliyê civaka navdewletî ve bi rêya rêxistinên wê yên navdewletî û welatên pêwendîdar bêne zelalkirin, bi taybetî ji aliyê welatên erebî ve, ku hemû xwedî dîrokeke hevbeş a dagirkeriya Osmanî û êşên wan in.    Çawa ku di hundir de jî ji bo tokşîna li dijî her destdirêjiyekê û êrişeke derve ya ku hebûna me dike armanc, pêwîst e xwe bikin yek, û hebûna me tenê bi vê hevgirtinê û piştgiriya hêzên me ên ewlekarî û leşkerî dikare were parastin. Ev yek rêya tenê ya pêkanîna hêviyê gelê me yên ji bo azadî û rumetê ye.   MA / Emrullah Acar