Li Hezexê operasyona eskerî 2022-06-04 21:21:37   ŞIRNEX - Li 5 gund û heremeke Hezexê operasyona leşkerî hat destpêkirin.   Di 17’ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe êrîş dabûn destpêkirin. Girêdayî van êrîşan li Çiyayê Cûdiyê jî operasyoneke berfireh a leşkerî hatibû destpêkirin. Her wiha li gor agahiyên çavkaniyên herêmê li gundê Seregir, Kefşin, Mirik, File û Hedilê û Newala Qoriyê yên navçeya Hezex a Şirnexê jî operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.   Hat ragihgandin ku operasyona li herêmê di 1’ê Hezîranê de dest pê kiriye û hê jî didome.