Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin 2022-06-04 16:46:50   ŞIRNEX – Duh li Cizîrê du zarok winda bûbûn. Piştî lêgerîna di Çemê Dîcleyê de, cenazeyên her du zarokan hatin dîtin.    Zarokên bi navên A.N. (13) û Î.P. (11) duh di saetên êvarê de li Cizîr a Şirnexê ketin Çemê Dîcleyê. Piştî lêgerînan, cenazeyên her du zarokan hatin dîtin. Zarokên ku winda bûyîn, herî dawî li qeraxê Çemê Dîcleyê hatibûn dîtin. Li ser vê agahiyê jî di Çemê Dîcleyê de lêgerîn hatibûn destpêkirin. Di encama lêgerînan de cenazeyên her du zarokan hatin dîtin.    Cenazeyên her du zarokan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.