Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin 2022-06-04 16:42:26   TEKÎRDAG - Tê payîn ku îfadeyên 36 kesên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û li Emniyeta Tekîrdagê tên ragirtin, sibe bên girtin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de li gelek bajarên cuda bi awayekî hemwext bi ser mal û kargehan de girtin. Her wiha polîsan deriyên avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê ya li Beyogluyê jî şikandin û ketin hundir.    Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de derheqê 41 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 36 kesên hatine binçavkirin jî birine Tekîrdagê. Kesên hatine binçavkirin ku gelemperiya wan rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajar û navçeyan in, li Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê tên ragirtin.    Dozgeriyê derheqê dosyayan de biryara bisînorkirinê da. Li gorî agahiyên parêzeran, dê kar û barê îfadegirtinê sibe li emniyetê dest pê bike. Parêzeran, da zanîn ku li bendê ne di rojên duşem û sêşemê de îfadeyên binçavkiriyan ên li dozgeriyê jî bên girtin.