Bîrdal: Tecrîd sûc e 2022-06-04 15:36:30 EDENE - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal di Konferansa Demokrasiyê ya Çûkûrovayê de axivî û got: “Tecrîd binpêkirina mafê mirov û sûc e. Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd çareser bibe.”    Hêzên ked û demokrasiye li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhana Edeneyê Konferansa Demokrasiyê ya Çûkûrovayê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek siyasetmedar tev li konferansê bûn.    Di konferansê de ewilî Şaredarê Edeneyê Zeydan Karalar axivî û bal kişand ser têkoşîna demokrasiyê.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ…    Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal axivî û bal kişand ser berxwedaên li her qadan didomin û got: “Em li ber xwe didin. Em li kolanan in, li Meclisê ne. Em li her deverê azadî û demokrasiyê û edaletê tînin ziman. Gelo kes guhdar dike? Naxêr. Em jî şirîkê vê rêveberiyê ne. Mafê bingehîn ên jiyanê û azadiyê tê binpêkirin. Mafên civakî û çandî hatine binpêkirin. Tiştên ku me nedîtine li vî welatî diqewimin. Îro 897 hefte ne Dayikên Şemiyê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê didomînin.”    'ŞER Û TECRÎD SÛC E’    Bîrdal anî ziman ku kes nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, huner bike hemû qad û dik tên qedexekirin û wiha got: “Gelo azadî ev e? Werin em ji bo demokrasi, aştî û edaletê bixebitin. Budçeya Tirkiyeyê hemû ji bo şer tê veqetandin. Çiyayê Cûdî û Gabar hatine dorpêçkirin, gelo haya we jê heye? Dixwazin vî şerî belavî Tirkiyeyê bikin. Gelo haya we ji vê heye? Dayik Edaletê dixwazin, lê hemû guh ji bo wan ker in. Dayik û malbat naxwazin cezanezeyên zarokên wan ji hefsan derkeve. Werin em bi hev re ji şer re bêjin na û li ber şer û bêedaletiyê rabin. Tecrîd bi serê xwe binpêkirina mafê mirovan e. Tecrîd sûcê li dijî mirovan e. Israrkirina di şer de nahêle ku pirsgirêka kurd çareseser bibe. Lewma dixwazin di operasyonên siyasî û leşkerî de israr bikin. Biryarên DMME’yê û Konseya Ewropayê heye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe û cezayek heta hetayê nabe.”   Konferansê bi axaftinên cuda û grûbên xebatê berdewam kir. Piştî konferansê dê encamname ji raya giştî re were eşkerekirin.