‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e” 2022-06-04 15:35:17   STENBOL - Berdevkê Partiya Çepa Kesk Îbrahîm Akin di konferansa “Em ê bi hev re biguherînin” de axivî û wiha got: “Ji bo avakirina pêşerojê divê em bi hev re têbikoşîn. Heke daxwazeke me ya ji bo guherandina desthilatdariya AKP-MHP’ê hebe, şert e ku em hevkariyê bikin.”    Partiya Çepa Kesk bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin”, li hotêleke li Taksîm a Stenbolê konferansê li dar dixe. Yek ji dadgerên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen, Midûrê Giştî yê KONDA’yê yê berê Bekir Agirdir û akademîsyen-nivîskar Ayşen Uysal dê di konferansê de pêşkeşiyê bikin.    Li eywana konferansê pankartên “Li dijî dîktatoriyê ji bo welatekî wekhev, azad, ekolojîk û demokratîk”, “Jin li dijî serdestiya zilam bi hev re bihêz in”, “Em ê bi hev re biguherînin” û “Ji bo aştî, demokrasiyê, Tirkiyeyeke azad, wekhev, şîn û demokratîk” hatibûn daliqandin.    Axaftina destpêkê ya konferansê Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk Îbrahîm Akin kir. Akin, diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojeke hevpar hatine ba hev û wiha got: “Kesek ji me nikare bi tena serê xwe li dijî van şert û mercên giran derkeve. Lewma divê em bi zanyarî tevbigerin û heke em bikarin bi kesên ne wekî me difikirin re jî perspektîfeke siyasî pêş bixin, wisa bawerim ku em ê vê rewşê biguherînin. AKP’ê nekarî di 7’ê hezîranê de bi tena serê xwe bibe desthilatdarî û di nava şertên giran ên şer de, di hilbijartinên mijdarê de bû desthilatdar. Em naxwazin heman tişt bi serê me bê.”   ‘EM NEÇARIN KU HEVKARIYÊ BIKIN’    Akin, bi domdarî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’î, girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Vê pêvajoyê bandor li hemû kesî kir. Neheqî, derhiqûqî û faşîzm di lûtkeyê de ne. Li pêşiya me derfeteke weke hilbijartinê heye. Heke em bikarin bên ba hev, derfeta me heye ku mîna 7’ê hezîranê dîsa bi wan bidin windakirin. Lewma dibe ku nêrînên me yên siyasî cuda bin û di nava tifaqên cuda de cih bigirin, lê heke daxwazeke me ya guherandina desthilatdariya AKP-MHP’ê hebe, em neçarin ku bi muxalefetê re hevkariyê bikin.”    Konferans bi pêşandanên cuda berdewam kir.