Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin 2022-06-04 14:34:32   MÊRSÎN - Ji ber binçavkirinên di demên dawî de li gelek bajaran hatine kirin, li Mêrsînê çalakî hat lidarxistin û êriş hatin protestokirin.    Meclisa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê têkildarî binçavkirinên dawî yên li gelek bajarên cuda, li Parka Zarokê Azad daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Êriş dê nekarin me têk bibin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin. Di daxuyaniyê de Hevberdevkê Meclisa Bajar a HDK’a Mêrsînê Ahmet Tekîr anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku winda dike, êrişên xwe jî dijwartir dike.    Tekîr, destnîşan kir ku dê kesek nekare bi binçavkirin û girtinan serî li wan bide tewandin û axaftina xwe wiha qedand: “Tu bedelekî ku em didin û dê bidin belasebeb nayên dayîn. Em jidil jê bawerin ku ew dawiya muhteşem pir nêz e. Navê wê çi dibe bila bibe, dê faşîzm nekare li ser vê xakê bijî.”