Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin 2022-06-04 14:26:59   WAN - Bi sedema ku beşdarî merasîma cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî bûne, derheqê 22 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kesan di 27’ê gulanê de xwestin beşdarî merasîma cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî bibin ku li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin. Lê belê destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Di dema merasîma definkirinê de polîsan bi xazê û ava şid êrişî beşdaran kir. Cenazeyê Çelebî di bin dorpêç û êrişan de hate definkirin. Endamên malbata Çelebî jî di nav de, Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê 22 kesên beşdarî merasîma cenazeyê bûyîn de lêpirsîn da destpêkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî lêpirsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, her wiha gelek kesên din jî amade bûn.    ‘NEHIŞTIN ENDAMÊN MALBATÊ BIKEVIN GORISTANÊ’    Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan anî ziman ku polîsan bêyî ku sedemekî qanûnî nîşan bidin, bi awayekî keyfî nehiştin kesek beşdarî merasîma cenazeyê Çelebî bibe û wiha got: “Di tu baweriyan de sepaneke wiha nîne lê Emniyeta Wanê nehişt kesek beşdarî merasîmê bibe. Bêyî ku sedemekî qanûnî nîşan bidin, nehiştin ne em û ne jî endamên malbatê bikevin goristanê. Piştî kar û barên definkirinê jî em li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi malê ve diçûn. Lê rê li ber me girtin û bi ava şid û bombeyên xazê êrişî me kirin. Nayê qebûlkirin ku derheqê kesên beşdarî merasîma cenazeyê bûyîn de lêpirsîn were destpêkirin. Ji qetilkirina rêhevalê me Zekî Çelebî heta definkirina wî, gelek binpêkirin hatin kirin. Li şûna ku kujerên Çelebî bibînin, bavê Çelebî, birayê wî û hevserokên HDP û DBP’ê jî di nav de, derheqê 22 kesan de lêpirsîn daye destpêkirin.”    ‘BANGA ÎFADEYÊ KIRIN’    Dogan, diyar kir ku divê dewlet dev ji hiqûqa dijminatiyê berde û axaftina xwe wiha qedand: “Demek beriya demekî dev ji vê hiqûqa dijminatiyê, sepanên dijdemokratîk û îdiayên xwe yên bêbingeh berdin. Ji bîr nekin ku mafê jiyanê û yê definkirinê pîroz in. Ji bîr nekin ku kesên jiyana xwe ji dest didin jî zarokên vî welatî ne û malbatên wan hene. Lewma dev ji vê lêpirsînê berdin. Kesên ji bo îfadeyê bang lê hatiye kirin dê di roja duşemê de biçin emniyetê û îfade bidin.”