Erdogan dîsa peyama êrişê da 2022-06-04 12:40:32   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî amadekariyên êrişeke gengaz a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Ji bo ku fikarên me yên ewlehiyê pêk neyên, em ê dest bi tevgerên nû bikin.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li navçeya Kizilcahamam a Enqereyê di 30’emîn Civîna Îstîşare û Nirxandinê ya partiya xwe de axivî. Di axaftina xwe de qala êrişeke gengaz a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Erdogan, îdia kir ku wan 500 hezar sûriyeyî li “herêmên biewle” vegerandine û got; “Ji bo ku fikarên me yên ewlehiyê pêk neyên, em ê dest bi tevgerên nû bikin.”