Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime 2022-06-04 10:55:18   EFRÎN - Gelek kes li Efrînê li dijî zemên li ceyranê hatine kirin protesto kirin. Kesên ku çalakî li dar xistin ketin avahiya enerjiyê û saziyan û agir berdanê. Di çalakiyê de dirûşma; “Tirkiye ji Sûriyeyê bicehime berz kirin.”   Kesên ku ji deverên cuda hatine berhevkirin û li Efrînê hatine bicihkirin ku ji hêla Tirkiye û komên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, ji ber zemên li ceyranê hatine kirin daketin kolanan. Koma ku berê xwe dayî kargeha ceyranê ya STE Enerjî ya Tirkiyeyê ya li Xaçerêya Kawayê, avahiya kargehê dan ber agir. Di dîmenên ser medyaya civakî de xuya dibe ku gelek kesan bi ser avahiya ku weke “konseya bajêr” tê binavkirin de girtine û deriyên avahî dan ber pêhnan. Di dîmenan de xuya dibe ku li ser dîwar bi zimanê tirkî “Midûriyeta Nifûsê ya Efrînê” hatiye nivîsandin. Di dîmenan de kesên bi kamûflaj û bi alayên Artêşa Sûriyeya Azad jî xuya dikin.    Kesên ku derketin kolanan dirûşmên “Tirkiye ji Sûriyeyê bicehime” berz kirin. Piştî çalakiyê jî artêşa tirk û komên girêdayî wê ketin û derketina bajêr girtin. Hat zanîn ku artêşa tirk û komên girêdayî wê bi çekan êrişî çalakvanan kirin û gelek kes birîndar kirin. Li gorî agahiyan, di êrîşan de kuştî jî çêbûne.    Bûyerên li Efrînê heta derengiya şevê jî berdewam kirin.