Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya 2022-06-04 10:18:12   ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li Şirnexê re qirkirina daran jî bênavber didome. Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn bi sercerdevanan re civînek li dar xist.    Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî çiyayên Gabar û Cûdî yên Şirnexê re qirkirina daran jî bênavber didome. Hat zanîn ku di rewşeke wiha de Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn bi sercerdevanên li bajêr re civînek li dar xist.    Li gorî agahiyan, civîn li avahiya walîtiyê hat lidarxistin. Serokatiya civînê walî Bîlgîn kir û Serokê “Federasyona Şehîd, Gazî û Cerdevanan” Mehmet Gungor, endamên komeleyê û gelek sercerdevan jî beşdarî civînê bûn.    Têkildarî naveroka civînê tu daxuyanî nehatin dayîn.