Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan 2022-06-04 10:17:43   ENQERE – Li Enqereyê bi sedema ku beşdarî Meşa Şoreşê ya ODTU’yê bûne, 16 ciwan hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkiriya 6 rojan, tevek jî hatin berdan.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 19’ê gulanê de li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de 9 jê jin bi giştî 16 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber tevlibûna Meşa Şoreşê ya ODTU’yê, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin û 6 rojan di bin çavan de man. Kesên binçavkirî duh derxistin edliyeyê.    Ji binçavkiriyên derxistin pêşberî dozgeriyê Rûken Gul, Mûstafa Demîr, Mert Orhan Omerbeyoglu, Lokman Sefkan Ozgan û Hakki Zengîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Bêrîvan Kaylu, Ozgur Abul, Hîvda Selen, Kiymet Cengîz, Ebrar Uz, Dîlan Mollaahmetoglu, Berfîn Babaoglu, Dîlan Yakin, Yaprak Delfîn Turgan, Eda Kahraman û Cîhat Uygur jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Lêpirsîna 16 kesên bi daxwaza girtinê sewqî 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Enqereyê hatine kirin, heta serê sibehê berdewam kir. Dadgeriyê bi şertê kontrola edlî tevahiya ciwanan berdan.