Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn 2022-06-04 09:38:53   ŞIRNEX - Li Cizîrê 2 zarokên ku herî dawî li ber qeraxê Çemê Dîcleyê hatine dîtin, winda ne.    Zarokên bi navên A.N. (13) û Î.P. (11) li Cizîr a Şirnexê herî dawî duh li ber qeraxê Çemê Dîcleyê hatin dîtin û tu agahî jê nayên girtin. Ji bo dîtina zarokan di Çemê Dîcleyê de xebatên lêgerînê dest pê kirin. Hat zanîn ku pêlavên zarokan li qeraxê çem hatine dîtin. Malbat, li benda dîtina zarokên xwe ne.