Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê 2022-06-04 09:04:22 AMED - Derket holê ku Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pereyên girtiyan ên li "emanetê" bi faîzê bi kar aniye.  Derket holê ku Girtîgeha Amedê ya Jimare 4 a Tîpa T'yê pereyê girtiyan ên li "emanetê" bi faîzê ji xwe re bi kar aniye. Girtî Ayhan H. xwestiye îdareya girtîgehê pereyê wî yê li "emanetê" têxe hesabê parêzer Ozum Vûrgûnê. Li gor tiştên ku Vûrgûnê gotine, îdareya girtîgehê gotiye îdareya girtîgehê nikare pere bişîne hesabê bankeyê, lê bi daxwaznameyekê dikare pere bi destan ji Beşa Emanetê ya Girtîgehê wergire. Piştî vê girtî Ayhan H. di 27'ê Gulanê de daxwazname nivisiye. Parêzer Ozum Vûrgûn jî di 31'ê Gulanê de ji bo 11 hezar TL pereyê muwekîlê xwe Ayhan H. wergire çûye girtîgehê. Ji ber ku ji derve kes nikare biçe Beşa Emanetê, rayedaran bi telefonê ji Beşa Emanetê re gotine ku pere bîne.      'BI WAHDE...'   Kesê li Beşa Emanetê jî di telefonê de bi dengekî ku parêzer Vûrgûn bihîstiye gotiye, "Ew nikarin niha pere bidin, ancax dikarin bi texsît bidin." Piştî ku Vûrgûnê ev tişt qebûl nekiriye, kesê li hember ê bi telefonê xeber daye gotiye "Ger em pere bidin dê lazmatiyên girtîgehê neyên peydakirin." Piştî israran vê carê kesê li Beşa Emanetê gotiye "Biwahde..." Piştî ew kes gotiye "biwahde" bi dû re gotiye "Di 10'ê mehê de werin pereyê xwe wergirin." Piştî ku Vûrgûnê gotiye "Qey we pere bi faîzê daye?" kesê li hember di cî de telefon girtiye.    PARÊZER GILIYÊ WAN KIR   Piştî vê Vûrgûnê têkildarî mijarê daxwazname daye girtîgehê. Lê îdareyê hejmara ewraqê ya daxwaznameyê nedaye parêzer Vûrgûnê. Vûrgûn jî gava ji girtîgehê derketiye rasteast çûye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi sûcê "li ser navê xwe tomarkirina pere" û "binpêkirina peywirê" giliyê rayedaran kiriye. Vûrgûnê rewş ragihandiye Wezareta Dadê û xwestiye di vî warî de bê serwextkirin û pereyê muwekîlê wê bi faîza qanûnî bê dayîn.    'DI QASEYÊ DE PERE TUNE YE'   Parêzer Ozum Vûrgûn anî ziman ku muwekîlê wê çend caran serlêdan kiriye, lê piştî tiştek bi dest nexistiye di 27'ê Gulanê de daxwazname daye û ji ber vê ew di 31'ê Gulanê de çûye girtîgehê. Vûrgûn bilêv kir ku ji bo pere wergire çûye girtîgehê û gava çûye ji bo pereyê muwekîlê xwe wergire hayê rayedaran pê xistiye.    Vûrgûn got: "Parêzer nikarin rasterast pêwendiyê bi îdareyê re deynin. Hevdîtinê bi me re nakin. Di ser kesekî ku qeyda me çêkirine digerin. Karmendê din jî li cem min axivî û rewş ragihand îdareyê ku daxwazname hatiye nivîsandin û tê xwestin pere bê îadekirin. Kesê tê gotin ji Beşa Emanetê ye, pêşî got dê pere bi texsîtan bidin. Min ev qebûl nekir û min xwest pere hemû bê dayîn. Piştî ku min qebûl nekir, vê carê jî gotin 'Niha di kaseyê de pere tune ye, em nikarin bidin.' Min jî pirsî çi eleqeya pereyê muwekîlê min û vî tiştî bi hev heye? Got, 'Ger em pereyê di kaseyê de bidin em ê nikaribin çerxa vir bizîvirînin.' Min jî got, çi eleqeya pereyê muwekîlê min û qaseya girtîgehê bi hev re heye. Got, 'Di 10'ê Hezîranê de werin, em ê gişî bidin.' Min jî got, ez niha dixwazim. Vê carê got, 'bi wahde...' û telefon qut bû. Min jî got, 'Qey hûn pereyê girtiyan bi faîzê didin?' Lê titşek negotin."    'SÛC E'   Vûrgûn diyar kir ku têkildarî mijarê daxwazname daye îdareya girtgehê û haya Wezareta Dadê pê hatiye xistin û got: "Tiştekî wiha ji bo peywirdarên cemaweriyê 'sûcê zîmmetê' ye û dibe sedema zengîniya bê sedem. Ev tişt hemû rasterast sûc in."    Vûrgûn destnîşan kir ku tişta ku îdareya girtîgehê kiriye "rant" e û got: "Ger li girtîgehan pergaleke wiha hebe, ev tê wateya ranteke mezin. Û min di daxwaznameya xwe de ev tişt da ber lêprisînê: 'Ev faîz ji bo kê ye? Kî distîne?' Pirsa herî girîng jî ev e. Yanî rayedarên vira, Wezareta Dadê, kesên van tiştan dikin çawa radigihînin Wezareta Dadê? Gelo haya Wezareta Dadê ji bûyerê heye? An jî vî tiştî çawa rave dikin? Bi qasî ez dizanim midûrên li wir hemû şirîkê vî sûcê zîmmetê ne. Ev bi awayekî pir aşkere sûc e."    ÎDARE QILQILÎ   Vûrgûn diyar kir ku piştî bûyerê di 2'yê Hezîranê de çûye girtîgehê û got: "Tim zor dane muwekîlê min ku parêzera wî bê. Paşê bi hejmara telefonekê ya ku di telefona min de neqeydkirî peyamek ji min re hat ku demildest divê biçim girtîgehê û meseleya pere hel bikim. Gava min hevdîtin bi muwekîlê xwe re kir, muwekîlê min got, 'Nehiştin ez rakevim.' Muwekîlê min extiyar e. Tim jê re gotine, 'Wê kengî bê pere bibe. Gazî parêzera xwe bike, bila parêzera te bê.' Muwekîlê min jî gotiye 'Mafê min ê hevdîtina bi telefonê tune ye, mafê min ê kamerayê tune ye. Ez nikarim xeberê bidim.' Piştî vê gardiyanekî yan jî kesekî li wir peyamek ji min re şand ku ez biçim wir. Gava ez çûm wir, pirsîn 'Parêzer Ozum Vûrgûn?' Min got belê, gotin 'Em ê telefonî beşa emanetê bikin.' Hema bibêje navê min li beşa têketinê nivîsîne ku bila bê pereyê xwe wergire. Ez wisa difikirim ku qilqilîne. Li cihê hevdîtinê, li cihê parêzer û malbat hevdîtinê bi girtiyan re dikin 11 hezar TL pere anîn dan min. Û xwestin ez li ber kamerayê pere bihejmêrim. Min jî li ber çavê wan pere hejmart û xist zarfê. Ez dibêjim piştî ku min gilî kir tirsiyane."    Vûrgûn diyar kir ku li benda bersiva Wezareta Dadê ye.