ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-04 09:00:33   * Seroka ÎGC'ê Pinar Gappî anî ziman ku sedemeke zêdebûna nûçeyên tahdeya li ser jinan kêmbûna saziyên çapemeniyê yên serbixwe ye û got, tekane derdê çapemeniya alîgir ew e ku nûçeyên sansasyonel çêbike û zimanê tahdeyê gur bike.    * Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku polîtîkayên şer û zextên li ser muxalefetê girêdayî tecrîda li ser Ocalan in û got: "Muxalafet ji bo karibe bi hev re pêşerojê ava bike, divê xwedî helwesteke topyekûn be û bi têkoşîneke hevpar hereket bike."   * Nazîme Dal, dayika Mehmet Emîn Dal ku 10 roj in li dijî tahde û pêkanînên kêfî di greva birçîbûnê de ye, got: "Jiyana kurê min di talûkeyê de ye."    * Li herêma Şehbayê rojnamevan Sîpan Cûdî got: "Erdogan ji bo êrîşê bîne ser herêmê gefan dixwe. Lê gelê Şehbayê ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ye."    *  Derket holê ku Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pereyên girtiyan ên li "emanetê" bi faîzê bi kar tîne.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 453'yemîn de berdewam bike.    * Meclisa Ciwanan a HDP'ê dê li navenda partiya xwe bicive. Di destpêka civînê de Berdevka Meclisê parlamenter Dersim Dag dê biaxive. (10.00)   * Rêveberên Şaxên ÎHD'ê û Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan bipirsin Û bixwazin kujer bên darizandin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 897'emîn de bi online çalakiya xwe ya heftane li dar bixin û li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin. (12.00)   * Partiya Çep a Kesk dê bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin" li hotêlek Taksîma Stenbolê konferans li dar bixe. (13.00)    * Rêveberên ÎHD'ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan dê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin, li Enqereyê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan dê daxuyanî bidin. (13.30)   * Şaxên ÎHD'ê û TÎHV'ê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser operasyonên binçavkirinê dê li avahiya ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)