OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2022-06-03 16:00:57   STENBOL - OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinên li dijî HDK'ê, HDP'ê û GOÇÎZDER'ê da.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, derbarê binçavkirinên li dijî endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Çavderiya Koçê (GOÇÎZDER) hatine kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    OHD di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da û wiha got: "Gelek siyasetmedar û endamên Rêxistinên Saziyên Sivîl (STO), di encama serdegirtinên malan de hatine binçavkirin. Bêyî ku agahiya rêveberên saziyan hebe, bi awayekî dij hiqûqî lêgerîn li saziyên wan hatiye kirin. Di encama operasyona dawî ya qirkirina siyasî de bi serdegirtina malan de, endamên komeleya me Prz. Pinar Konak li Stenbolê, Prz. Abdurrahman Ozturk jî li Edîrneyê hatine binçavkirin."     OHD'ê da zanîn ku derbarê lêpirsînê de biryara veşartî hatiye dayîn, tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û hevdîtina parêzeran hatiye sînordarkirin. OHD'ê diyar kir ku agahiyên lêpirsînê bi medyaya hawizê re hatine parvekirin û wiha got: "Em bi tu awayî van operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirinan wek "kirariyek edlî" nabînin, wek sekerata îqtîdara AKP'ê û MHP'ê ya ku meşrûtiyeta xwe wenda kiriye û ber mirinê ye dibînin. Em bêdeng nabin, em natirsin."