Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin 2022-06-03 14:19:15   MELETÎ - Danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, hate taloqkirin.    Derheqê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hate dîtin. Tuncel, li Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bû û lê Kişanak ji ber Doza Kobanê nekarî beşdarî danişînê bibe.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Tuncel di danişînê de axivî û got ku dosyaya ku tê de tê darizandin bi dosyaya Doza Kobanê re kirine yek dosya lê belê li ser biryara Dadgeha Bilind jî qismekî dosyayê hatiye yekkirin. Tuncel, anî ziman ku ji ber daxuyaniyên xwe bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin û wiha got: “Sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ bi Doza Kobanê re kirine yek lê ya ‘propagandaya rêxistinê’ li Meletiyê didome. Nîviya dosyayê li Meletiyê û nîviya din jî li Enqereyê ye. Divê biryara yekkirina dosyayan bê betalkirin.”    Piştre jî parêzerên Tuncel axivîn û xwestin ku biryara yekkirina dosyayan were betalkirin. Şandeya dadgehê jî ji bo temamkirina kêmaniyên di dosyayê de danişîn taloqî 9’ê îlonê kir.