Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan 2022-06-03 14:06:25   WAN - Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala rêveberê HDP'ê yê bajêr Omer Işık da girtin û beriya ku binçav bikin gule berdan hundirê malê.    Polîsan di saetên serê sibê de li Wanê bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de polîsan 9 kes binçav kirin. Polîsan bi ser mala rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Omer Işik de jî girtin. Polîsên ku birûpoş bûn, bi vekirina deriyê malê gule berdan hundirê malê. Ferdên malê bişens bûn ku bi guleyê kes ji wan birîndar nebû. Polîsan 9 kesên li bajêr binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.