Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike 2022-06-03 14:05:05   ENQERE - Di Doza Kobanê de şahidê nû yê nepen "Malazgirt" diyar kir ku dixwaze derbarê Ahmet Turk de biaxive. Lê bi beralîkirina serokê dadgehê şahidê nepen derbarê siyhasetmedarên din de angaştên razber kirin.    Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara têde tên darizandin, di roja 4'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.  Danişîn li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Enqerê, parlamenterên HDP'ê û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên li girtîgehên din girtî jî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    ŞAHIDÊ NÛ YÊ NEPEN   Piştî tespîtkirina nasnameyê ewraqên ku li dosyayê hatine barkirin hatin xwendin. Piştre şahidê nû yê nepen ê bi navê “ML1Z0G7R1T” (Malazgirt) bi rêya SEGBÎS'ê hat guharîkirin. Serokê dadgehê navên siyasetmedarên tên darizandin ji şahidê nepen re nexwend û jê xwest ku derbarê wan de agahî bide.  Şahidê nepen got ku tev li bûyerên Kobanê nebûye û ji ber vê derbarê bûyeran agahî li ber destê wî tuneye. Şahidê nepen xwest ku derbarê Ahmet Turk de biaxive û got ku jê re "talîmat" hatiye ku Ahmet Turk girêdayî rêxistinê ye. Li ser pirsên serokê dadgehê yên derbarê hevşaredariya Ahmet Turk de jî şahid nepen got ku tenê jê re agahî hatine û di îfadeya xwe ya nivîskî de cih daye vê mijarê.    Li ser pirsên serokê dadgehê yên derbarê siyasetmedarên darizandin de hahidê nepen derbarê Ayla Akat Ata de jî angaş kir ku di nav baskê jinan ê rêxistinê de cih digire.    Serokê dadgehê pirsên parêzeran ên ji bo şahidê nepen red kir.    NEXWEST DEMA XWE YA NAV PKK'Ê AŞKERA BIKE   Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pirsa ku xwend û nivîsandina wî heye û çiqas di nav PKK'ê de maye ji şahidê nepen kir. Şahidê nepen diyar kir ku xwendin û nivîsandina wî heye û nexwest derbarê dema xwe ya nav rêxistinê aşkera bike. Li er vê Demîrtaş ev tişt gotin: "Diyar e ku xwendina şahidê nepen pir baş e. Bêyî ku tevlîhev bike ji kaxizê li ber xwe dixwîne. Tu ji xwe bawer î ku di nav rêxistinê de mayî?"   Şahidê veşarî piştî pirsan ji SEGBÎS'ê derket.    Heyeta dadgehê heta piştî nîvro navber da danişînê.