Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn 2022-06-03 13:29:06   STENBOL - Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn. Di çarçoveya dosyayê de hevserokên komeleyê jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) li Taxa Şîrînevler a Stenbolê de girtin. Polîsan bi awayekî hem wext bi ser malên endam û rêveberên komeleyê de jî girtin.    Hate hînbûn ku di serdegirtinên 5 bajaran de ku navenda wan Stenbol e, derbarê 28 kesan de biryara binçavkirinê heye û 22 kes hatine binçavkirin.   DEST DANÎN SER MATERYALÊN DÎJÎTAL   Di nava kesên hatine binçavkirin de Hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandan û Mehmet Bogatekîn û rêveberên GOÇÎZDER’ê yên berê hene. Parêzer û rêveberên GOÇÎZDER’ê ku piştî serdegirtina polîsan hatin avahiyê lêkolîn kirin. Wêneyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di çalakiya greva birçîbûnê de jiyana ji xwe dest dabû, hatiye çirandin û avêtine çopê. Hate hînbûn ku polîsan 4 kompîtûrên aydê komeleyê birine.   JI BO DOSYAYÊ BIRYARA NEPENIYÊ HATE DAYÎN   Hate hînbûn ku dozgeriyê ji bo dosyayê biryara nepeniyê daye. Parêzerên ku xwestin derbarê dosyayê de agahiyê bigirin jî nehatin agahdarkirin.  Kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin û ji bo wan ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran anîn   Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamile Kandal û Mehmet Bogakan, rêveberê GOÇÎZDER’ê Şeref Kaya, Halît Karahan, Suleyman Yildiz, Ramazan Kirkpinar, Cîhan Kartal, Alî Koçyîgît, Ekrem Teker, Nûnera Meletiyê Songul Koşe, Demgul Athan, Taylan Urun, rêvebera berê ya GOÇÎZDER’ê parêzer Pinar Konak, Makbule Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Zelal Coşkûn û Kerem Tosûn.”