Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin 2022-06-03 13:26:36   ÊLIH - Endamê HPG’ê Mehmet Çelîk ku par li navçeya Pasûrê jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê hate definkirin.    Endamê HPG’ê Mehmet Çelîk (Serdar Batman) ku par di meha gulanê de li Taxa Firqê ya Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Malbata Çelîk 6 meh berê ji bo testa DNA’yê li Amedê mînaka xwînê dabû. Cenazeyê ku li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di 1’ê hezîranê de radestî malbatê hate kirin.    Malbata Çelîk, cenazeyê kurê xwe li Goristana Girbareşk a li navenda Êlihê bi girseyî defin kir. Şîna Çelîk li mala wan a li Taxa Baxlar a Êlihê hate danîn.