Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man 2022-06-03 12:08:34 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Malbatê diyar kir ku hêzên serdest ên di doza wan de li gel ku tevahiya hêza dewletê bi kar anîn jî lê bi tenê man.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 452’yan de berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê, di dema hatin û çûna welatiyan de derheqê dozê de agahî dan wan.    'HER DEREWEK DEYNDARÊ RASTIYÊ YE’   Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Wezareta Edaletê etîket kir û ev peyam parve kir: “Serdestên di doza me de li gel ku hemû hêza dewletê bi kar anîn jî bi tenê man. Her derewek dibe deyndarê rastiyê û rastiyê ev deyndê xwe standiye. Yên ku dixwazin ji hêla xelkê Rihayê ve bên qebûlkirin, divê li pêşiya Edliyeya Rihayê bin...”