Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê 2022-06-03 11:54:13   ÊLIH - Li Êlihê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de 18 jin hatibûn binçavkirin. Jinên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 18 jinên siyasetmedar û hunermend di navbera 31'ê gulanê û 1'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Tê payîn ku derkevîn pêşberî dozgeriyê.    Navên jinên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên ragirtin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya berê Fatma Ablay, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî ya Êlihê Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Hacîre Tanirgan, Leyla Bayram, Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnûr Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan, hunermenda kurd Sevda Adirbelî û jineke ku navê wê nehat zanîn.”