Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin 2022-06-03 11:33:39 STENBOL - Yek ji parêzerên ewil ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Taşçi diyar kir ku dê Tirkiye nekare encamekî ji tecrîda girankirî bigire û wiha got: “Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev saleke tu agahî jê nayên girtin. Herî dawî di 25’ê adarê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser telefonê pê re axivîbû lê axaftin hatibû qutkirin. Ji parêzerên ewil ên Ocalan, Mahmût Taşçi têkildarî tecrîda girankirî û geşedanên heyî bi ajansa me re axivî.    Parêzer Mahmût Taşçi ji ewil bal kişand ser rola tecrîdê û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li tu devereke cîhanê nîne. Di rojên destpêkê yên tecrîdê de tenê derdorek li dijî wê derdiket. Lê ev tecrîd niha li hemû girtîgehan û li derve berbelav bû. Kesên li derve jî niha di tecrîdê de ne. Du sedemên bingehîn ên vê tecrîdê hene. Ya yekemîn; ji destpêkê heta niha têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê ye. Dema em li gotin, parastin û nirxandinên wî yên hiqûqî dinihêrin, dibînin ku di tevekan de jî peyamên erênî hene. Nahêlin nêrîn û tespîtên wî bi gel re bên parvekirin.”    ‘FIKRÊN OCALAN LI ROJAVA ŞÊNBER BÛN’    Bi domdarî Taşçi qala sedema tecrîda li ser Ocalan kir û wiha domand: “Sedema herî girîng, bandora fikrên wî ne. Rastiyek heye ku bîrdozî û nêrîna wî ya siyasî bandorê li civakê dike. Hûn biecibînin an jî neecibînin, ev rastiyek e. Weke mînak; Rojava encama bîrdoziya wî ye. Hêzên serdest jî tehemûla fikrên Ocalan nakin. Naxwazin fikrên wî li derve bên zanîn. Lewma dixwazin asteng bikin. Sedema astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re ev e. Divê ji nêrînên Ocalan netirsin. Tekane daxwaza wî aştî ye. Lewma gelek caran agirbest ragihand û banga lihevkirina li ser maseyê kir. Tirkiyeyê gelek caran û li gelek devaran bi biryarên xwe nekir. Di 2013-2015’an de şande çûn Îmraliyê. Lê li vir jî heman tişt qewimî. Ji dîrokê ve kurdan dixapînin. Îro mafekî didin û sibe dîsa jê dîstînîn.”   ‘XWESTIN KURDAN MIJÛL BIKIN’   Di berdewamê de Taşçi diyar kir ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de hewl da kurdan û Ocalan mijûl bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi gotina gel polîtîkaya; ‘Heta em cihê piyê xwe li erdê çêdikin dê mijûl bikin’ meşandin. Lê belê encameke li gorî daxwaza wan çênebû.  Piştre derketin û gotin; ‘aştî maştî tune ye.’ Piştî vê pêvajoyê jî li dijî kurdan şer dan destpêkirin. Maseya lihevkirinê tune kirin. Xwestin bi şer re girseyan ji hev cuda bikin, li dijî hev bêhtir sor bikin û aştî û demokrasiyê têk bibin. Armanca wan ev bû. Niha jî dibêjin ku dê êrişî Rojava bikin ku bi fikrên Ocalan hatiye avakirin.”    NAXWAZIN PÊŞ BIKEVE   Taşçi, daxuyand ku rola hêzên navneteweyî jî di êrişên Tirkiyeyê û neçareserkirina pirsgirêkan de heye û ev nirxandin kir: “Çavên xwe lê digirin. Rêgeza çareserkirina pirsgirêkan a dewletan heye. Lê belê tu netewedewlet vê rêgezê esas nagirin. Ji ber ku hemû dewletên cîhanê netewe dewlet in, nîjadperestiya yekdewlet û yeknetewetiyê dikin. Hinek jê nîjada inglîzan û hinek jî ya almanan ferz dikin. Lê li Rojava rewşeke wiha tune ye. Ji ber ku li wir fikrên Ocalan hene. Xwe li gorî van fikran birêxistin dikin û darazeke wiha heye. Li ser bingeha fikrên Ocalan ava bûye. Naxwazin ev pergal li Rojhilata Navîn belav bibe.”   ‘NÊRÎNÊN WÎ WEKE DERS TÊN DAYÎN’   Di berdewamê de Taşçi anî ziman ku bandoreke mezin a Ocalan li ser kurdan, rewşenbîr û demokratan heye û wiha pê de çû: “Ji bo qelskirina vê bandorê jî tecrîdê girantir dikin. Dixwazin têkiliya wî ya bi gel re qut bikin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Dema em li dîroka Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku Denîz hatin bidarvekirin. Jê re gotin; ‘terorîst.’ Piştre jî rabûn pesnê wan dan. Ji Ahmet Kaya re gotin; ‘terorîst.’ Nabe ku mirov Ocalan û van kesan bide ber hev. Hem di hêla siyasî û hem jî di hêla civakî de bandora wî zêde heye. Bifikirin ku fikrên wî niha li zanîngehan weke ders tên dayîn. Hûn qebûl bikin jî nekin jî ev rastiyek e.”   TEKANE VEBIJÊRK: MASE    Parêzer Mahmût Taşçi got ku heta li ser maseyê neyê rûniştin, tu pirsgirêk çareser nabin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bi polîtîkaya ‘em ê bi zext û zilmê tune bikin’ re herî zêde dikarin pirsgirêka heyî hinek paşve bidin. Ji dîrokê ve hemû şerên dijwar ku êş û qirkirinên mezin hatin kirin jî di dawiya dawî de bi aştiyê biencam bûn. Pêncî sal, sed sal jî bidome dê di dawiya dawî de bi aştiyê encam bibe. Paşxistina çareseriyê, tenê ziyanê digihîne gel. Dixwazin her kesekî li dijberî xwe tune bikin. Heke tu kurdan, elewiyan, ermenan û jinan tune bikî, wê demê hemû kes dê ji te re bibêje barbar. Tu pirsgirêk bi çekan çareser nabin. Heke tu hebûna kurdan, ermenan û hwd. tune bihesibînî, dê aştî jî neyê vî welatî. Gelên kurd û tirkan gelek êş kişandin. Zîhniyetek heye ku van gelan tune dihesibîne. Vê zîhniyetê gelek tişt bi vî welatî dan windakirin.”    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Aslan