Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin 2022-06-03 10:15:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû hate binçavkirin.    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û yek ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû hate binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Muftuoglû ya li Amedê de girtin. Polîsan li mala ku kes lê nebû lêgerîn kirin. Polîsên ku piştî lêgerînê ji malê derketin û çûn, Muftuoglû gazî îfadeyê kirin.    Muftuoglû, li Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji bo îfadeyê bide çûyê, hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina Muftuoglû nehate hînbûn.