Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin 2022-06-03 09:43:45 STENBOL - Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de gelek siyasetmedar û endamên komeleyê hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsan piştî demekê li avahiya deriyê wê şikandin lêgerîn kirin ji wir derketin. Hate hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê daye destpêkirin de di serdegirtinê de dest danîne ser hin materyalan. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser gelek malan de hatiye girtin û derbarê 42 kesan de biryara binçavkirinê heye.  BI SER GOÇÎZDER’Ê DE GIRTIN   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de jî bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) li Taxa Şîrînevler a Stenbolê de girtin. Polîsan bi awayekî hem wext bi ser malên endam û rêveberên komeleyê de jî girtin. Hate hînbûn ku di serdegirtinên 5 bajaran de ku navenda wan Stenbol e, derbarê 28 kesan de biryara binçavkirinê heye û 22 kes hatine binçavkirin.    KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN   Navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Rêveberê Navenda Giştî yê HDP’ê Abdûrrahman Ozturk, endamê Meclîsa HDP’ê Kenan Yildiz, Hevserokê HDP'ê yê Kirikkaleyê Yakûp Aslan, rêveberê Rêxistina HDP’a Bagcilarê Ramazan Kirkpinar, Hevserokê HDP’a Beylîkduzuyê İrfan Hulaku, Hevseroka HDP’a Edîrneyê Melahat Çelîk, Hevseroka HDP’a Tekîrdagê ya Berê Alev Ateş, rêveberên HDP’ê Omer Guven, Huseyîn Gozen, Emîn Şen û Ercan Ogeday, rêveberê MATUHAYDER’ê Cîhan Kartal, Rêveberên GOÇÎZDER’ê Şeref Kaya, Halît Karahan, Prz. Pinar Konak, Makbûle Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Zelal Coşkûn û Kerem Tosûn, Hîlal Civil, Fusûn Îşcan, Arîf Îsmet Yilmaz.”   NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ DI BIN ÇAVAN DE YE   Li Wan û Çewligê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên Wanê de Behiye Kamaç, Mehmet Salîh Demîr, Omer Işik, Behîce Abî, Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku ji ber KHK'yî bû mazbata wî dan namzetê AKP'î, Şahîn Aydemîr, Sûat Ozbek û Siddik Abî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bibe.    Hevseroka HDP’a Çewligê ya Berê Saadet Firat jî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewligê ve hatiye destpêkirin de hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Firat a nexweşa penceşêrê ye li gundê Îbrahîman hatiye binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsa a Çewligê tê ragirtin.