Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye 2022-06-03 09:03:06 RIHA - Serokê Giştî yê TAR-DER'ê Mahmût Kaytan diyar kir ku cotkar heya qirikê di nava deynan de ne û got, krîza xwurekê dest pê kiriye û mirov bi tirsa birçîbûnê re rû bi rû ne.  Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha Nîsanê aşkere kir. Li gor daneyên TUÎK'ê enflasyona meha Nîsanê ji sedî 69.7 e. Zêdebûna enflasyonê bû sedema zêdebûna maliyetan jî. Zêdebûna maliyetan herî zêde bandor li citkaran kir. Ji ber vê cotkar êdî nikarin çandiniyê bikin. Li gor daneyên 2021'ê yên Saziya Ewleyiya Civakî (SGK) hejmara cotkarên tomarkirî di 5 salên dawî de ji sedî 26, di 10 salên dawî de ji sedî 53 kêm bûye.    Serokê Giştî yê Komeleya Şêwirmendiyê ya Çandiniyê (TAR-DER) Endezyarê Çandiniyê Mahmût Kaytan pirsgirêkên li Rihayê rû didin nirxandin.   Kaytan destnîşan kir ku ji sedî 5'ê qadên çandiniyê yên Tirkiyeyê li Rihayê ne û got: "Ev der bajarekî xwedî potansiyeleke mezin a çandiniyê ye. Ev der embara çandiniyê ye û berên tên hilberandin îxracî deverên cuda tên kirin." Kaytan destnîşan kir ku li Rihayê ceh, nîsk, genim, garis û pembû û hwd. tên hilberandin û got, lê ji ber zêdebûna maliyetan cotkar jî êdî zehmetiyê dikişînin."    ‘HILBERÎNER KETINE ÇIRAVA KREDIYÊ'   Kaytan destnîşan kir ku gubre ji sedî 300, dermanên çandiniyê ji sedî 1501 û mazot ji sedî 300 biha bûne û got: "Niha hilberîner di rewşeke pir zehmet de ne û deynên xwe bi deyn digirin. Em dikarin bibêjin ku hemû ketine çirava krediyê. Ên hin kesan hecz li ser traktora wan, ên hin kesan jî hecz li ser erdê wan e.    BÊ GUBRE ÇANDINÎ KIRINE   Kaytan bilêv kir ku ger wiha biçe dê Tirkiye her sal hîn bêtir bibe pêgirtiyê derve. Kaytan da zanîn ku cotkar îsal li gor par nîviyê gubre bi kar aniye û hin cotkar jî qet bi kar neanîne û got: "Ev yek dê dekolteyê kêm bike. Mesela em bêjin par serê donimê 600 kîlo ber digirt, îsal mihtemelen dê heman ber bi dest nekeve."    KRÎZA QÛT   Kaytan got: "Berê li Tirkiyeyê pirsgirêka xwurekê baş hebû. Mirov dixwestin xwe bigihînin xwureka baş. Lê niha mirov li xwurekê digerin. Mirov bi tirsa birçîbûnê re rû bi rû ne. Ev êdî cîhanê ber bi krîza xwurekê ve bir."    Kaytan ji bo pirsgirêkên çandiniyê yên Rihayê çareser bibin dot: "Beriya her tiştî divê maliyet bên kêmkirin. Ji lew re cotkar nizanin d çi qasî hilberînin. Di dema çandiniyê de divê mazot û gubre bi fiyetekî sabît bên dayîn û gava cotkar jî berên xwe bi fiyetekî sabît bifiroşe dê hevsengî çêbibe. Ya dudoyan jî li Tirkiyeyê prisgirêka pergala çandiniyê heye. Di warê ehjmara hilberîneran, milkiyet û tapokirinê de pirsgirêk hene. Ev hemû bandorê li çandiniyê dikin. Her wiha divê meseleya avdaniyê jî bê helkirin."    MA / Ceylan Şahînlî