Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn 2022-06-03 09:02:18 EDENE - Li Nadîr Kalkan ku 26 sal in girtiye, bi hinceta kamera şikandiye 2 sal ceza hatiye birîn. Kalkan ragihand ku dê cezayê lê hatiye birîn piştî temamkirina înfazê dest pê bike.    Nadîr Kalkan (65) di sala 1996'an de li Îzmîrê di doza "PRK/Rizgarî" de bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Kalkan ku di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, di 26 salên girtîgehê de sewqî 29 girtîgehan hatiye kirin. Nexweşîna made, dil, çav, guh û çerm jî di nav de gelek nexweşîn lê peyda bûne. Tê payin ku Kalkan din 2026'an de bê berdan. Lê hat diyarkirin ku 2 sal cezayê ku bi hinceta kamera şikandiye lê hatiye birîn dê piştî temamkirina înfazê dest pê bike.   JI BER ŞIKANDINA KAMERAYÊ 2 SAL CEZA   Di 2'yê Çileya 2014'an de li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê der barê Kalkan û 2 hevalên wî de bi hinceta kamerayên li qawîşan hatine bicihkirin şikandine doz hatiye vekirin. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Bolûyê bi îdiaya "zirar dane malê cemaweriyê" 2 sal cez ali Kalkan û hevalên wî biriye. Ev cezayê ku di sala 2014'an de hatiye birîn piştî cezayê muebedê yê Kalkan bi dawî bibe dê dest pê bike.    Ender Yangoz, xwarziyê Kalkan diyar kir ku hefteya borî hevdîtin bi xalê xwe re kiriye. Yangoz bilêv kir ku nexweşîna made û dil jî di nav de gelek nexweşîn li xalê wî peyda bûne. Yangoz anî ziman ku xalê wî ji sala 1996'an ve girtiye û di 2'yê Çileya 2014'an d ebi hinceta ku kameraya li qawîşê hatiye bicihkirin şikandine 2 sal ceza li wî û 2 hevalên wî hatiye birîn û got, tevî hemû biryarên emsal û îtirazan jî ev cezayê bêhiqûqî hat erêkirin. Yangoz destnîşan kir ku xalê wî tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û ji ber ku li dijî vê pêkanîna bêhiqûqî rabûye hatiye cezakirin û got: "Em dixwazin biryarên emsal ên di vî warî de ji bo Nadîr Kalkan esas bên girtin. Divê li kesekî ku cezayê muebedê lê hatibe birîn cezayekî din neyê birîn."