ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-03 09:00:09   * Rojnamevanê îngiltereyî Matt Brommfield got: "Erdogan ji bo hilbijartinên ku nêz bûne dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest û yên dijminatiya kurdan dikin re deyne."    * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê êrîşa li ser destkeftiyên kurdan û gelên Tirkiyeyê ye û got, bang li hemû derdorên civakî kir ku tevli 'Meşa Gemlîkê' ya li dijî tecrîdê bibin.    * Li Nadîr Kalkan ku 26 sal in girtiye, bi hinceta kamera şikandiye 2 sal ceza hatiye birîn. Kalkan ragihand ku dê cezayê lê hatiye birîn piştî temamkirina înfazê dest pê bike.    * Serokê Giştî yê TAR-DER'ê Mahmût Kaytan diyar kir ku cotkar heya qirikê di nava deynan de ne û got, krîza qût dest pê kiriye û mirov bi tirsa birçîbûnê re rû bi rû ne.    * Asiye Dogal, dayika Mehmet Halîl Dogal ê ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû, got: “Em ne şer, azadiyê dixwazin. Em jiyanek bi edalet û aştiyane dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayikeke dinê bişewite. Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin. Bila ev şer bisekine.”     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 452’yemîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tûncel de hatiye vekirin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were dîtin. (13.00)   * Malbatên girtiyan wê di roja 200’emîn a Nobeta xwe ya Edaletê de li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniyê bidin. (18.00) ZINDΠ   * Saziyên çand û hünere wê têkildarî astengkirina lîstikên şanoyê yên kurdî û konserên hunermendên kur dli Şanoya Bajêr a Amedê daxuyaniyê bidin. (19.00)