Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike! 2022-06-02 20:36:24   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku di Doza Kobanê de armanca sereke ne cezakirina sûcdaran, hedefnîşandana HDP'ê ye û got: "Sedema vê jî ew e ku HDP siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike."    Danişîna 13'an a Doza Kobanê di roja sisêyan de li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Rêvebirên HDP'a Enqereyê, parlementerên HDP'ê û gelek parêzer tevli danişînê bûn. Piştî navberê danişîn bi beyanên Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata dewam kir.    Akat Ata bal kişand ser beyanên neberbiçav ên şahidê nepen û got: "Di partiyeke siyasî de dixebitin. Ji vê re dibêjin xebata li ser navê rêxistinê. Em bêhnê jî bistînin hûn ê bibêjin 'li ser navê rêxistinê bêhnê distîne.' Êdî tiştekî ku şahidên nepen ji we re bibêjin nemaye. Ma xêzkirina sînorê di navbera legalîte û îllegalîteyê de qey ev qas hêsan e ku bi beyanên şahidekî nepen bê diyarkirin? Ev kes hatiye, ji kirinên xwe poşman bûye û îfade daye. Ez tim dibêjim. Ger ev welat ji bo kesên dixwazin vegerin rêyeke bi rûmet peyda neke, dê hejmara kesên vegerin qet zêde nebe."    Ayla Akat Ata destnîşan kir ku "Şahidê nepen ji bo xwe bi xelasê bixe bêbextiyan dixe stuyê hin kesan" û got: "Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi xwe jî guh li îfadeyên vî şahidî nekir. Lê we çûye ew aniye vira."    Ata di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku ev şahidê nepen KCD'ê, HDP'ê îllegalîze kiriye û got: "Ev aqilê kê ye? Ev aqilê kesên vî welatî bi rê ve dibin bi xwe ye. Ev aqil welêt veguherand dojehê."    YUKSEKDAG: EM MEHKÛMÎ ŞERÊ KORAN TÊN KIRIN   Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksedag destnîşan kir ku divê beyanên şahidan ji wan re bên şandin û got: "Yan na em mehkûmî şerê koran tên kirin. Hûn zemîna mafekî hiqûqî ya objektîf esas nagirin. Em li bendê ne bê ka wê siûda me çi be. Em nizanin bê ka di beyanan de çi hatiye gotin. Tenê em bi tiştên li hêwana danişînê dibihîsin dizanin."    Yuksedagê bilêv kir ku şahihd ji wan natirsin û got: "Şahid ji we ditirsin. Ma em zorê didin şahidan? Hûn bi ser wan de diqîrin. Lewma hemû îfadeyên di van şert û mercan de, yên derbarê me de, bêhukm in."    Yuksekdagê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dikarin li hemberî hemû îdiayan xwe biparêzin û got: "Lê bes şahidên reben ên ku nikarin vê yekê bikin bi kar bînin. FETO'yî çawa kaxezên tije nivîs didan ber îftirakaran, hûn jî heman tiştî dikin. Ew çûn lê we ev kar ji wan girtiye. Dê ev pergala rezîl biguhere. Ê ku vê bike jî dê em bin."    Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel axivî.    Tûncelê anî ziman ku heyeta dadgehê guh li Qanûna Bingehîn û CMK'ê nake û got: "Pergala we di serî de xerabe ye. Em û parêzerên me em vê xerabûnê rast dikin. Lê we hemûyan li heman fakulteyên hiqûqê xwendiye ne wisa? Min hiqûq nexwendiye, lê bi saya we hîn bûm. Ev doza kûmpasê ji bo berterefkirina HDP'ê hatiye vekirin. Min çend caran we vexwand hiqûqê, lê we li xwe danenî. Vî tiştî nekin!"    'HDP DÊ SEROKKOMARÊ VÎ WELATÎ DIYAR BIKE'   Tûncelê bilêv kir ku di dema parastina siyasetmedaran de guhdarkirina şahidan dijî hiqûqê ye. Her wiha Tûncelê destnîşan kir ku HDP hedef tê girtin û got: "Sedema vê jî ew e ku HDP siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike. Hûn jî dizanin bê em kî ne, HDP çi ye. Lewma muzakereyek rast bikin. We ez hepsî kirim, ez jî ancax dikarim li vir gotina xwe bibêjim. Guh li bêhiqûqiya siyasetê nekin, li got qanûna xwe ya bingehîn hereket bikin."    Paşê siyasetmedar Pervîn Odûncû axivî. Odûncû bertek nîşanî redkirina daxwaza ji bo redkirina heyeta dadgehê da. Odûncû ku got "me îllegalîze nekin" destnîşan kir ku ew ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebitiye û got: "Min li ser esasekî qanûnî û demokratîk siyaset kiriye. Ez ê vê yekê li her derî biparêzim."    Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Meryem Adibellî jî got: "Îfadeyên îro yên şahidê nepen û îfadeyên şahidê nepen Ûlaş wekî hev in. Lê şahid Gokalp îfadeyên Ûlaş pûç kirin. Lê hûn hewl didin hinekî din jî şahidê nepen Ûlaş xurt bikin."    KIŞANAK: NEBIN EHLÊ ÎŞKENCEYÊ   Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişank jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Kişanak bilêv kir ku pêvajoya dadgehê ji bo siyasetmedarên girtî bûye navendeke îşkenceyê û got: "Hêwanên SEGBÎS'ê jî hêwanên danişînê ne. Divê kesên li vira jî xwe wekî kesên li hêwana dadgehê îfade bikin. Ev 3 roj in em li vira merama xwe tînin ziman, lê hûn nabihîsin. Qey qet we eleqedar nake? Min berê jî ji were gotibû li vir tadîlat heye, boyax tê kirin. Bêhna me dernayê. Tenduristiya me xirab bû. Hûn qet pê re eleqedar nabin. Qet nebe xwe wekî pê re eleqedar dibe nîşan bidin û nebin ehlê îşkenceyê."    ‘MIN DI DEMA 12'Ê ÎLONÊ DE JÎ TIŞTEKÎ WIHA NEDÎT'   Kişanak di berdewama axaftina xwe de got: "Divê hûn berê haya me pê bixin ku hûn ê beyanên şahidên veşarî bigirin. Ma em berî danişînê wan nexwînin em ê çawa bersivê bidin. Ev bêhiqûqîtî ye. Ger ev şahid beranberî efûkirina sûcên xwe vî karî dike, nexwe hûn kîjan navî bêjin dê wî navî tawanbar bike, ji lew re ditirse. Tişta îro qewimî jî ev bû. Gelo şik û gumanên we hene ji bo tirsa şahid? Na tune ne. Ji lew re ji bo we hiqûq ne di ser her tiştî re ye. Min tiştekî wiha di dema 12'ê Îlonê de jî nedît."    Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş, got: "Li Tirkiyeyê pir hêsan e ku mirov wekî rêvebirên PKK'ê bên nîşandan. PKK bi xwe jî ji ber vê nerihet dibe. Dev ji rêvebirtiyê berdin, endamtiya ji bo PKK bi xwe jî pir zehmet e. Çawa çêdibe ku her kes rêvebir e? Ger dewlete rabe dek û dolaban li serê welatiyên xwe bigerîne zehmet e ku ew dewlet prisgirêkên xwe çareser bike. Dewleta Tirkiyeyê bi biryara MGK'ê û pesendkirina serokkomar gelek caran hevdîtin bi PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Di dema AKP'ê de 7 caran hevdîtinine pir cidî hatin kirin. Dibe ku hevdîtin niha jî çêdibin. PKK rêxistineke çekdarî ye û di sala 1978'an de hatiye damezrandin. Kadroyên ku wê ew birêxistin kirine çêbûne. Hûn li nav sînorên dewletekê bêyî serî li rêbazên tahdeyê bidin bi awayekî serbixwe siyaseteke legal dikin lê hûn bi muameleya endamtiya rêxistina terorê re rû bi rû dimînin. Nexwe em çawa legal û îllegalê ji hev cuda bikin? Hûn bi vî awayî qada siyaseta legal li ber mirovan digirin."    ‘HAKAN FÎDAN: FIKIRINE MUAZZAM ÊN OCALAN HENE'   Demîrtaş ku got "dê çerx pir zû bizîvire" anî ziman ku dê aştiyê bînin vê erdnîgariyê û got: "Gel dê sindoqê de biryara xwe bide. Em ne li benda tiştekî wisa ku dê beriya hilbijartinê me berdin. Dibe ku em piştî hilbijartinê jî bimînin. Em dibêjin em ê piştî hilbijartinê bi awayekî adil bên darizandin. Ger em sûcdar bin em ê cardin bên cezakirin. Ev siyasetmedarên ku hûn bi çavê dijminan li wan mêze dikin, di dema wan de yê herî zêde bi Ocalan re eleqedar dibû Hakan Fîdan bû. Fîdan ji bo Ocalan gotibû 'Fikirên wî yên muazzam hene. Piştî Gonzalo herî zêde fikirên Ocalan bandor li min kirine.' Min bi guhê xwe ev gotin bihîstin."    Heyetê 10 deqe navber da danişînê.   Piştî navberê Aynûr Aşan axivî. Aşan bêhiqûqîtiyên dadgehê rexne kirin.    Danişîn dê sibê bidome.