Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-06-02 15:50:15   STENBOL - Mehmet Ayvalitaş ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.    Polîsê bi navê Mehmet Gorkem Demîrbaş di dema meşa ji bo Berxwedana Parka Geziyê ya li navçeya Ûmraniye ya Stenbolê de bi wesayîta xwe li Mehmet Ayvalitaş xist û qetil kir. Di salvegera qetilkirinê de Ayvalitaş li ser gora xwe ya li Goristana Çekmekoy a berê hate bibîranîn. Malbata Ayvalitaş, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Berdevka Platforma Piştevaniya Taksîmê û Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî bîranînê bûn. Beriya bîranînê, girseyê qurnefîl û wêneyên Ayvalitaş danîn ser pira li Taxa 1 Mayisê ku Ayvalitaş li wir hatibû qetilkirin.    Di bîranînê de Cengîz Çîçek anî ziman ku hinek kes hewl didin wan bifetisînin lê ew hewl didin têkoşîna demokrasiyê bi hev re bimeşînin. Çîçek, diyar kir ku Ayvalitaş û rêhevalên xwe bi têkoşîna xwe, têkoşîna azadiyê xurttir kirine.    Bavê Ayvalitaş, Alî Ayvalitaş jî destnîşan kir ku di nava 9 salan de gel tu carî ew bi tenê nehiştine û wiha domand: “Ez piştrastim ku hûn dê çiraya Mehmet hîn geştir bikin. Kujerên kesên di Geziyê de hatine qetilkirin hêj jî li derve bi rehetî digerin. Mala kujer Mehmet Gorkem Demîrbaş tenê 300 mîtroyan ji qereqolê dûr e. Lê gotin; ‘me nedît.’ Bi salan piştre derket holê ku îfadeyê wî hatiye girtin lê nehatiye girtin. Mehmet mir lê hûn hêj dijîn. Mehmet zêde bûne û bûne bi milyonan. Bi milyonan kurên min hene. Ez bi tevan jî serbilind im.”    Piştre jî peyama Mucella Yapici, Can Atalay û Tayfun Kahraman ku ji Doza Geziyê hatibûn girtin hate xwendin.    Bîranîn, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.