Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin 2022-06-02 15:22:43   WAN - Li Wanê, daxwaza girtina ji bo serpêl Yasîn Erkoç ku ji ber kuştina Erhan Gorur dihat darizandin bi hinceta "efser e"hat redkirin.    Di 14'ê hezîrana 2020'an de li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê ku li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê ye, leşkeran bêserûber gule berdabûn û welatiyê bi navê Erhan Gorur kuştibûn. Danişîna doza ku ji ber kuştina Gorur li serpêl Yasîn Erkoç hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Serpêl Erkoç bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û malbat û parêzerên Gorur jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de serpêlê kujer Erkoç mafê axaftinê girt û angaşt kir ku bêyî ku hedef bigire gule berdaye û xwe bi van gotinên parast: "Ji aliyê Îranê bi hespan ketin welatê me. 4 guleyan berda. Mi got ku endamên rêxistinê ne û ji rêxistinê re çekan dikişînin. Piştre me lêgerînê pêk anî. Gundiyan bi keviran êrişî me kirin. Di navbera me de alozî derket. Me li herêmê hesp û kesekî birîndar dît. Me ambûlans xwest. Serpêlê me bi qasî 5 metreyan dûr miribû. Di destê wan de çek tunebû lê me wisa nirxand û neçar mam ku bêserûber gule berdim."    DAYIKA GORUR: PERÊ WÎ DÎZIN   Piştre Dayika Gorur Sidika Gorur axivî û ev tişt got: "Rewşa me ya aborî ne baş e, ji ber vê kurê min ji bo çixareyên qaçax bîne li cihê bûyerê bû. Dema ku kurê min hat kuştin nasname, telefon û perê wî hatiye dizîn. Kê ji kuştina kurê min berpisyar be dixwazim ku bê cezakirin. Ji kesên ku kurê min kuştin gilîker im."   PARÊZER LI DIJÎ DOZNAMEYÊ Û PARASTINA KUJER DERKETIN   Parêzerên malbata Gorur Cuneyt Ergun û Ebrû Demîrtepe jî mafê axaftinê girtin û doznameya ku hatiye amadekirin rexne kirin û parastina Erkoç dan. Parêzeran got ku bersûc Erkoç bûyerê bi rêxistinê ve girê dide û dixwaze ser bûyerê bigire. Her wiha parêzeran ku got ku ji ber kurdbûna wan leşker rast e rast e qaçaxçiyan dikine hedef û doza darizandineke adil kirin.    ŞAHID YILMAZ: BI PEYA PÊL SERÊ MIN KIR   Şahidê bûyerê Samî Yilmaz jî ev tişt gotin: "Roja bûyerê me ji kesên îranî çixareyên qaçax kirîn û bi qasî 100-150 metre dûrî qereqolê derbas bûn. Me qet texmîn nedikir ku wê gule berî me bidin. Hişyariya "raweste" li me nekirin. Me bida sekinandin jÎ hesp nedisekînî. Lewre gule ber didan. Gule li milê min ket. Erhan 100-150 metre dûrî min gule lê ket. Heta îranî bi qasî 100-150 metre dûrî me çay vedixwarin. Kesê gule berî min da çêran kir. Dema ku gundî hatin cihê bûyerê ji bo ku dengê min dernekeve leşker bi pêyî xwe pêl serê min kir. Ez gilîker im û daxwaza min a tevlîbûna dozê heye."   DAYIKA BERSÛC JÎ KURD E!   Parêzerê kujert Erkoç jî diyar kir ku tev li sûcdariyan nabe û ev angaşt kirin: "Dayika muwekîlê min jî ji Bazîdê ye û kurd e. Ji ber vê ne kesekê ku bi qestî xesar bide kesî. Ji ber ku bi talûkeyê re rû bi rû bûye bûyerê pêk aniye. Muwekîlê min li Qibrisê di bin şertê zor de peywirdar e. Ne kesekî bireveye."   DAXWAZA GIRTINÊ HAT REDKIRIN   Heyeta dadgehê daxwaza girtina kujer Erkoç bi hinceta ku "efser e" red kir û danişînê taloqî 15'ê îlonê kir.