Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin 2022-06-02 14:41:34   RIHA - Kesên nasnameya wan nediyar êrişî gorên Osman Çîçek û Kasim Deprem ên ku di êrişa DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, kirin.    DAIŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de êrişî ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstok bişînin, li Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûbûn kiribû û di encama êrişê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav wan ciwanan de Osman Çîçek û Kasim Deprem jî hebûn. Kesên nasnameya wan nediyar êrişî gorên Çîçek û Deprem ên li Goristana Pirsûsê ya Şaredariyê kirin.   Êrişkarên ku kêlên goran şikandin, xesar dan kûlîlkên ku hatibûn çandin. Êriş piştî ku endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê tev li danişîna duyemîn a bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali jê tên darizandin bûn û çûn serdana goristanê derket holê. Nehat zanîn ku êriş kengî pêk hatiye. Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ser hesaba malpera xwe ya dîjîtal bertek nîşanî êrişê dan.    'EM DÊ NAVÊN WAN NEDIN JIBÎRKIRIN'   Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Êrişî gorên Osman Çîçek û Kasim Deprem ên li goristana navçeyê bûn, hat kirin. Kêlên gorên wan hatine şikandin. Dema 20'ê Tîrmehê nêz dibe, êrişên li dijî 33'yên me zêde dibin. Em dê navên wan kolan kolan bidin jiyîn."   Di sala 2019'an de jî êriş li gorên Osman Çîçek û Kasim Deprem hatibûn kirin û gorên wan hatibûn texrîpkirin.