Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da 2022-06-02 13:26:51   STENBOL - Abdûllah Cîhat Tûran ku li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Abdûllah Cîhat Tûran ku di 31’ê Gulanê de li pêş Kuleya Galatayê ya Stenbolê xwe şewitandibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Roja ku Tûran xwe şewitandibû, welatiyên derdorê mudaxileyî wî kiribûn û agir vemirandibûn. Tûran ê giran birîndar bibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.