Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir 2022-06-02 10:01:20   ŞIRNEX - Hevserokê HDP’a Basayê Ahmet Aktûg ku polîsan lê dabû, giliyê polîsan kir û wiha got: “Ev kes ji bêhiqûqiyê cesaret digirin.”    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Basa ya Şirnexê Ahmet Aktûg û rêvebirên navçeyê di 30’ê Gulanê de serdana gundên navçeyê kiribûn. Di vegerê de li noqteya lêgerînê ya li Girê Kurtikê ya li têketina navçeyê polîsan li nasnameyên HDP’iyan kontrol kiribûn. Di dema kontrolkirinê de polîs bi ser Hevserok Aktûg de qîriyabûn û jê re gotibûn “Li derdora xwe mêze neke.” Li ser vê yekê Aktûg jî bertek nîşanî polîsan dabû. Pişt re 3 polîsan Aktûg bi darê zorê ji wesayîtê pêyakiribûn, heqaret lê kiribûn û li wî dabûn. Dûre Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê li Aktûg geriyabûn û xwest ku Aktûg biçe qereqolê îfadeyê bide. Lê Aktûg ê ji ber derengî şevê bû neçû fermandariyê, çû Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê giliyê wan polîsên ku li dabûn kir.    ‘LI MIN DAN Û HEQARET LI MIN KIRIN'    Hevserok Aktûg, anî ziman ku polîsan bêyî ku sûcek hebe êrîşî wî kirine û bûyer wiha vegot: “Gundekî me hebû pirsgirêkeke wî hebû. Em jî ji bo ku çareser bikin çûbûn. Dema em saet di 6’an de vegeriyan di ketina navçeyê de li noxteya polîsan de hatin sekinandin. Li wir nasnameyên me ji me standin û birin. Ez jî wê demê erebeyê de rûnişti bûm. Dema ku min li derdorê dinêriya polîsan li min qêriya û got ‘Li derdora xwe mêze neke.’ Min jî got ‘Ez ji bo ka kontrola nasnameyê xelas bû yan na?’ dinêrim. Pişt re ji min re got ‘Tu nikarî li aliyê me binêrî’ û piştre dijûn kirin û heqaret li min kirin. Pişt re hatin û ez ji wesayîtê peya kirim. Berê min dan erebê û herdû destê min girtin. Lêgerîn kirin û li min dan. Çokê xwe danîn ser stûyê min. Hem bi awayekî fîîlî û hem jî bi devkî heqaret li min kirin. Min jî ji wan re got, ‘Heqeret nekin ev tişta ku hûn dikin bêqanûniye’ Pişt re li wesayîta me geriyan. Min deng û dîmenê wan kişandin û pişt re hatin bi zorê telefona min ji min standin û dîmen jêbirin.”   GAZÎ ÎFADEYÊ KIRIN   Aktûg, diyar kir ku heke hiqûq hebûya îro ev tişt çênedibûn û got: “Ev rastiya hiqûqa Tirkiyeyê ye. Dewlet ji civaka hiqûqî derketiye. Ev jî nîşaneya wê ye. Îro em li vir gelekî temsîl dikin. Ew hêza ku êrîşî temsiliyeta gel dike nîşan dide ku bêhiqûqe. Tirkiyeyê de hiqûq nema. Ev jî nîşaneya wê tiştê ye ku di Rojhilata Navîn de dewleta Tirkiyeyê bûye dewleteke dîktator û faşîst. Îro ev êriş tê wateya ku polîs ji bêhiqûqiyê cesaret distînin. Ev cesaret ji tunebûna hiqûqê tê. Piştî ku ev bûyer çêbû dora saet 11’ê şevê ji cendermeyê yek min geriya û got, ‘Were li cendermeyê em ê îfadeyê te bigirin.’ Weke ku min êrîşî wan kiriye û pêdiviya min bi parastinê heye. Ez ê biçim serî li serdozgeriyê bidim û giliyê wan polîsên li min dan bikim.”