Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin 2022-06-02 09:01:18   STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê ku niha Tirkiye bi hevkariya PDK'ê dike girêdayî hev in û got: "Divê em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin."    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên tên meşandin nirxandin. Ocalan destnîşan kir ku Tirkiye bi siyaseta şer re dibêje "Êdî divê ez kurdan ji holê rakim."  ŞERÊ MAN Û NEMANÊ    Ocalan bilêv kir ku ev şerê tê kirin şerê "man û nemanê" ye û got: "Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ber bi sala 2023'yan ve dê Rojhilata Navîn cardin bê dîzaynkirin û dê li Rojhilata Navîn kurd bê statu nemînin. Kurd li her derê Rojhilata Navîn bi dengekî bilind doza mafên xwe dikin. Faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze van daxwazên mafdar ên kurdan bi bi şer tasfiye bike. Kurd vî şerî wekî şerê man û nemanê dibînin. Kesên ev şer dane destpêkirin dê negihêjin mexseda xwe."    TECRÎD   Ocalan destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd a di sala 1923'yan de têkoşîneke parçekirî û li dor eşîran bûye, lê niha kurd di nava têkoşîneke mezin û rêxistinbûyî û neteweyî de ne û aktorê vê yekê jî Abdullah Ocalan e. Omer Ocalan têkildarî kûrbûna şer û rola Ocalan de jî ev tişt gotin: "Kurd êdî têkoşîneke netewî û Kurdistanî dikin. Tirkiye vê yekê tamûl nake. Modernîteya demokratîk a ku Ocalan daniye holê bandorê li her derî dike û bi ruh û can dibe. Sedema israra Tirkiyeyê ya di şer de jî ev e. Tirkiye ji aliyekî ve tecrîda li ser Ocalan kûr dike û nahêle dengê Ocalan bigihê derve, li aliyê din jî şer kûr dike. Bi şerê li Başûr dixwaze her kesî çavtirsandî bike. Dixwaze li Bakur jî bi binçavkirin û girtinan her kesî bitepisîne. Ji bo Rojava jî her roj dibêje 'ez ê îro êrişê bibim ser, ez ê niha êrişê bibim ser' û bi vî awayî gefan lê dixwaze. Tirkiye şerekî pir qirêj dimeşîne. Tirkiye bi PDK'ê re tevdigere û bi vê dixwaze yekîtî û bihevrebûna gelê kurd bişikîne."    BANGAWAZÎ   Ocalan bertek nîşanî PDK'ê jî da ji ber hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re û gotina Mesûd Barzanî ku gotibû "Ez ê nehêlim xwîna bira birêje" bibîr xist. Ocalan destnîşan kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re zirareke pir mezin dide yekîtiya neteweyî ya kurdan û got: "PDK divê xwe di ber çavan re derbas bike. Li Kurdistana Başûr xefletek mezin rû dide. Kesên dibêjin 'em ji bo kurdan têdikoşin, siyasetê dikin' divê xwe di ber çavan re derbas bikin. Em naxwazin berjewendiyên kurdan ji ber berjwendiyên partiyekê binpê bibin. Niha li ber kurdan forsendeke dîrokî heye. Ger niha rola xwe nelîzin dê kengî bilîzin? Îro ro li her çar parçeyên Kurdistanê her roj bi dehan kurd jiyana xwe ji dest didin û ji girtîgehan cenazeyên kurdan derdikevin. Kurd hemû divê vê êşê hîs bikin. Roj roja berxwedana dîrokî ye. Her kes divê tişta dikeve ser milê wan bike."    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Omer Ocalan diyar kir ku di demeke ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giranbûye de çarçoveya şer berfireh bûye û got: "Kengî tecrîd pêk bê şerekî qirêj rû dide, erdnîgariya kurdan tê bombebarankirin. Lê kengî pêwendî bi Ocalan re tê dayîn aramî rû dide. Çareseriya meseleya kurdî li Îmraliyê ye, tekane muxatabê çareseriyê Ocalan e. Gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ev pêvajoya dîrokî ji me re dibêje 'Rêberê me azad bikin'. Lewma gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin. Her kes divê siyaseta xwe li gor tecrîdê diyar bike."    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Aslan