ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-02 09:00:07   * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê ku niha Tirkiye bi hevkariya PDK'ê dike girêdayî hev in û got: "Divê em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin."    * Fevzî Çelebî, birayê siyasetmedar Zekî Çelebî got: "Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne. Hin zanyariyên me hene bê kî birayê me qetil kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raa giştî re parve bikin."    * Bargir, simsar û esnafên hala zebze û fêkiyan a Amedê bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî û gotin : “Yên ku mastê medekan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe."    * Sercerdevanê berê Osman Arslan ku dest ji cerdevantiyê berdaye bang li cerdevanên tevli operasyonan dibin kir û got: “Min 6 salan cerdevantî kir. Ez poşman im ku min ev kar kiriye. Her tim ji bo kuştinê me didan pêşiya xwe. Ji ber vê çendê hewceye ku cerdevan hemû çekên xwe deynin."   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 451’an de berdewam bike.    * 46'emîn danişîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku li 205 siyasetmedarên kurd hatibû vekirin wê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.50)   * 13'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiya xwe wê civîna çapameniyê ya heftane li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed, Stenbol û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-13.00) ZINDÎ   * Siyasetmedarê kurd Mûhs3in Melîk û Mehmet Ayyildiz, wê li Goristana Deriyê Haranê ya Eyyubiyeyê li gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)