QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye 2022-06-01 21:39:23   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku tu eleqeya wan bi êrişa li Girê Spî re tune ye.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi êrişa moşekan a li dijî bajarê Girê Spî tune ye.   QSD'ê di daxuyaniyê de got: "Malperên girêdayî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê nûçeyên derew belav kirin. Îdia dikin ku hêzên me bi moşekan bajarê Girê Spî yê dagirkirî hedef girtiye. Em piştrast dikin ku hêzên me di saetên borî de tu êriş li ser wê herêmê pêk neanîne. Çavkaniyên herêmî teqez dikin ku navenda bajêr bi rêya balafireke bêmirov a nenas hedef hatiye girtin."