Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin 2022-06-01 18:04:21   RIHA - Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên ji bo daxilbûna dozê hatin redkirin û doz hat taloqkirin.    Li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî ciwanên ku xwestibûn pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Danişîna dudoyan a derbarê bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî danê sibehê dest pê kir û piştî navberê dewam kir. Azzo Xelef Silêman el-Eggal ê girtî ku di 12'ê Çileya 2021'ê de hatibû girtin û Wezareta Karên Navxweyî ji bo wî gotibû "Terorîstê DAIŞ'î yê teqemeniyên êrişên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin" ji Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê, Ûlkar Mamadova, hevjîna serekê DAIŞ'ê Mûstafa Dokûmaci û endamê DAIŞ'ê Mûhammed el-Reashat jî ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn.    Di danişîna 18'ê Sibatê ya li Edliyeya Rihayê de parêzeran xwestibû ku her 3 kes bên guhdarkirin û heyeta dadgehê jî ji bo ev kes tevli danişînê bibin muzakere nivîsandibû.    Ewilî Eggal tevli danişînê bû û parêzerên Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê û heyeta dadgehê hin pirs jê kirin. Eggal jî bi rêya wergêr pris bersivandin. Eggalê ku diyar kiribû bi tirkî nizane pirseke parêzeran bêyî ku wergêr wê wergerîne bersivand. Parêzeran jê pirsî ka te bi tirkî nizanibû, lê Eggal got texmîn kiriye bê ka çi hatiye prisîn.    Heyeta dadgehê ji Eggal pirsî "pêwendiya te bi DAIŞ'ê re heye yan na?" Eggal jî got: "Ez tev lê bûm, lê poşman im. Min serî li qanûna poşmaniyê daye. Ez Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî nas nakim. Derbarê Komkujiya Pirsûsê de bi tu tiştî nizanim. Ez ji ber DAIŞ'ê hatim binçavkirin, lêpirsîn hat destpêkirin lê tu tişt jê derneket."    BI NASNAMEYEKE SIXTE LI TIRKIYEYÊ MAYE   Paşê parêzeran pirs ji Eggal kirin. Eggal diyar kir ku cara ewilî di sala 2020'an de hatiye Tirkiyeyê û paşê bi nasnameyeke sixte ya bi navê Abdulazîz Eggal di sala 2013'an de li Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dermankirin. Eggal got, nasnameya sixte li Serêkaniyê li konekî çêkiriye, lê negot bê ka kî aliyê wî kiriye. Eggal angaşt kir ku di sala 2020'an de gava hatiye binçavkirin û 3 mehan hatiye îşkencekirin û derpêş kir ku îfadeyên ku dane ne rast in. Eggal ragihand ku ji malbata wî 25-30 kes endamên DAIŞ'ê ne û gava di nava DAIŞ'ê de bûye peywira wî tamîrkirina wesayîtan bûye.    'MIN BALÎ DI TELEVÎZYONÊ DE DÎT'   Endamê DAIŞ'ê Mûhammed el-Rashat jî ku bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû, anî ziman ku Yakûp Şahîn û Denîz Buyukçelebî nas nake, lê li girtîgehê di televîzyonê de Îlhamî Balî nas kiriye û got, paşê pê hesiyaye ku wî bi navê Ebû Bekir nas kiriye. Rashat diyar kir ku rû bi rû Balî neditiye û tim bi telefonê pê re xeber daye û ew di nava DAIŞ'ê de bijîşk bûye. Rashat bilêv kir ku di sala 2014'an de hatiye Tirkiyeyê û têkiliya wî ya bi DAIŞ'ê re dewam kiriye û li navçeya Eyyubiye ya Rihayê di kabîna tenduristiyê ya Hayatî Harranê de xebitiye.    BERSIVEKE KLASÎK: NIZANIM   Ulker Mamadova, hevjîna serekê DAIŞ'ê Mûstafa Dokûmaci jî got: "Ez li Hesekê li Kampa Holê mam. Gava ez ji wir reviyam hatim Tel Ebyadê. Ji wir jî hatim Tirkiyeyê. Ez piştî Komkujiya Enqereyê bi Komkujiya Pirsûsê hesiyam. Hevjînê min du sal berê mir. Min sînor derbas kir û min li Hatayê gotibû ez ê bêm. Me birin Semsûrê. Ez 8 rojan li Semsûrê di binçavan de mam."    Mamadova ji bo pirsên parêzeran hemûyan got: "Nizanim."    'BILA MUZAKERE BÊN NIVÎSANDIN'   Paşê Parêzer Serdil Îzol got: "Şahid Silêman el-Eggal gava hatiye binçavkirin behsa telefonekê kiriye. Em hejmara vê telefonê dixwazin. Em dixwazin ev xeta telefonê bê vekolandin û ger îmaj hatibe girtin em dixwazin daxilî dosyeya me bê kirin."    Îzol bibîr xist ku bersûcê sereke yê Komkujiya Gara Enqereyê û Komkujiya Pirsûsê Îlhamî Balî gava ketibû ber bultena sor li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanbeylî ya Konyayê hatiye dermankirin û got: "Em dixwazin ji Wezareta Tenduristiyê, midûriyetên tenduristiyê yên Konyayê û navçeyê muzakere bên nivîsandin. We di celseyea din de 31 biryarên navberê dan, lê ji xeynî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr kesî bersiv neda. Muzakere hat nivîsandin lê cardin ji bo qeydên tapeyê bersiv nehat. Em dixwazin muzakere cardin bên nivîsandin. Em dixwazin Ahmet Davûtoglû bê guhdarkirin, ger neyê jî bila bê guhdarkirin."    BILA DAVÛTOGLÛ Û OZDAG BÊN GUHDARKIRIN   Parêzer Rûken Gulagaci jî daxwaza ji bo guhdarkirina Ahmet Davûtoglû dubare kir û got: "Em dikarin bi hev re doza komkujiyekê çareser bikin, ji bo vê jî divê Davûtoglû bê guhdarkirin. Di demên dawî de Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî têkildarî komkujiyê de hin daxuyanî dan. Em dixwazin Umît Ozdag jî wekî şahid bê guhdarkirin."    'ÎSTIXBARAT DIVÊ AGAHIYAN BI DADGEHÊ RE PARVE BIKE'   Parêzer Sezîn Ûçar jî bilêv kir ku wan ji îstxibaratê doza tespîtkirina cihê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî kiriye û got: "Midûriyeta polîsan bersiv da û li gor agahiyên ne rojane Balî li Îdlîb a di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û Buyukçelebî jî li Şamê girtiye. Îstxibarat agahiyan bi dadgehêr e parve nake. Mafê dadgehê heye ku ji îstixbaratê agahiyan bixwaze. Lewma em dixwazin muzakere ji îstixbarata midûriyeta polîsan û ya cendirmeyan re bên nivîsandin."    DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyetê biryar da: "Em ê ji Cîhanbeylî ya Konyayê ewraqên Îlhamî Balî bixwazin, ji ber ku zarokên Îlhamî Balî li Reyhanliyê dibistan xwendine em ê ji Mdirûiyeta Polîsan a Reyhanli ya  jîbixwazin ku lêkolînê bike belkî Balî li wir be. Dê bersûcê Komkujiya Gara Enqereyê Omer Yetek bê guhdarkirin. Em ê ji îstixbaratê jî agahiyên dawî yên derbarê bersûcan de bixwazin."    Heyetê daxwaza ji bo guhdarkirina Umît Ozdag red kir û ji bo ya Davûtoglû jî biryar da ku dê ev daxwaz bê nirxandin. Her wiha heyetê daxwaza daxilbûnê ya Metaye Demîr û Yalçin Demîr qebûl kir, lê ya partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî red kir.    Danişîn taloqî 5'ê Kanûna 2022'yan hat kirin.