‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’ 2022-06-01 16:16:46   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya îro de bang li hemû kesî kirin ku li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxînin.    Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan, çalakiya xwe ya îro li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bucayê domandin. Malbatan di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Buca, Karşiyakayê û yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê jî di çalakiyê de amade bûn.    Di çalakiyê de Hevseroka HDP’a Bucayê Nûrşen Ataman anî ziman ku girtiyên siyasî îradeya wan in û wiha got: “Em ê xwedî li wan derkevin. Zext û zilma li girtîgehan zêde dibe. Divê hemû kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne.”    Berdevkê HDK’a Îzmîrê Sabrî Gul jî destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tecrîd li seranserî girtîgehan berbelav bûye û wiha domand: “Desthilatdarî hewl dide civakê dîl bigire. Li dijî girtiyan jî polîtîkaya kuştinê tê meşandin. Daxwaza malbatên girtiyan, daxwazeke rewa ye. Em jî weke HDK’ê bi dayikan re ne. Heta ku sepanên dijdemokratîk ên li girtîgehan bi dawî dibin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”