Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan 2022-06-01 15:56:06   ENQERE - Di danişîna Doza Komkujiya Îzol de bersûc Serhat Ferman Îzol û Mehmet Emîn Îzol ên girtî bûn, hatin berdan.    Li gundê Çeltika Sêwrega Rihayê di 15’ê hezîrana 2019’an de di navbera malbatan de şerê “nelihevkirina erdan” derketibû. Malbata Parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol, êrişî ser malbata Serdar Îzol kiribûn. Di encama êrişê de ji heman malbatê Meral Îzol û lawê xwe Mûsa Serhat Îzol, Hakki Îzol û hevjîna wî Zozan Îzol hatibûn kuştin.    Danişîna 11’emîn a doza têkildarî bûyerê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê berdewam dike, hate dîtin. Di dozê de 5 jê fîrarî 11 kes bi sûcên “kuştina bi plankirî” û “hewldana kuştina bi plankirî” tên darizandin.    DU BERSÛC HATİN BERDAN   Di danişîna bi tespîta nasnameyan hate destpêkirin de dadgehê biryara berdana bersûcan Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol da û danişîn taloqî 5’ê Cotmehê kir.