Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe 2022-06-01 15:43:43   WAN - Baroya Wanê, OHD, TÛHAY-DER ku derbarê girtîgehên Behrareş de raporeke hevpar amade kirin, diyar kirin ku mafê girtiyan ên tenduristiyê, agahîgirtinê û hêviyê tê binpêkirin û her diçe şertên tecrîdê giran dibin.    Komîsyona Girîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Behrareş de raporeke hevpar amade kirin. Her sê saziyan rapora ku amade kiribûn, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re aşkera kirin. Endama OHD'ê Parêzer Mehtap Işik raporê xwend û diyar kir ku ji bo amadekirina raporê serdana Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Dûmlûyê, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Beşîkdüzü ya Trabzonê, Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, Girtîgeha Tipa M a Baybûrtê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê bi girtiyan re hevdîtinan kirine.    BINPÊKIRIN MAFAN   Işik, diyar kir ku li girtîgehan çûna girtiyan a nexweşxaneyan tê astengkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin û wiha got: "Lêgerîna qawişan li derveyî armanca xwe pêk tê. Hemû amûrên girtiyan ji hev tên belavkirin. Girtî xwe nagihînên pirtûkên ku ew dixwazin. Nameyên kurdî yên ku girtî dinivisînîn nayên şandin û dîsa nameyên kurdî yên ji wan re tên jî bi hinceta wergerê bi mehan nadin girtiyan. Pekanînên tecrîdê yên bi Rewşa Awarte re dest pê kiribûn hê bêtir giran bûne û didomin. Berdana girtiyan tê astengkirin."   DAXWAZN DI RAPORÊ DE HATINE RÊZKIRIN   Işik, di dawiya raporê de ev daxwaz rêz kirin:   "* Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gorî qanûnan û mewzûata navneteweyî bên bidawîkirin û rêveberiyên girtîgehan berpirsyarên xwe bi cih bînin.    * Divê ji bo girtiyan hê bêtir mafê axaftina bi telefonê bê pêkanîn û hemû kesên ku dikarin serdana girtiyan bikin ji mafê axaftina bi telefonê jî sûd werbigirin   * Ji bo tenduristiya ruh û laşî divê girtî di hêla civakî de bi tenê neyên hiştin.    * Şertên pandemiyê bûne sedem ku şertên tecrîda li ser girtiyan bê girankirin. Ev pekanîn bêtir jî li Girtîgeha Hejmara 1 a Dûmlû ya Erziromê heye. Ev nayê qebûlkirin.    * Divê qotaye ali ser pirtûkan bê rakirin û girtî bikaribin rojname, kovar û pirtûkên qanûnî bigirin.    * Divê rêziknameya ku raye dide rêveberiyên girtîgehan berdana girtiyan asteng dike bê bêtalkirin û lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan bên rakirin.