Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin 2022-06-01 15:02:22   AMED - Malbatên girtiyan ên çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Amedê didomînîn, li ber ATK’yê cîviyan û bi lêv kirin ku heta girtiyên wan neyên berdan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, li Amedê dane destpêkirin di roja 198’emîn de berdewam dike. Malbat îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re yên Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Hevsorêkê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker û parezêrên OHD’ê li çalakiyê amade bûn.   ‘BILA KES HÊVÎ NEKE KU EM Ê DEST JI ÇALAKIYA XWE BERDIN’   Di çalakiyê de yek ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, anî ziman ku tiştê dixwazin hêj jî bi dest nexistine û wiha got: “Em li hêviya biryareke erênî ne, tê zanîn ku rewşa girtiyên nexweş giran e. Em niha li vir diaxivin lê di heman demê de gelek girtiyên nexweş li hucreyê, li qawişê, li nexweşxaneyê li benda berdanê ne. Heta ku girtiyên me yên nexweş li wê derê bin û înfazên wan werin şewitandin em ê bê westan çalakiya xwe berdewam bikin.” Di berdewama axaftina xwe de Merwanî diyar kir ku wek malbatên di nobeda edaletê de bûne wijdana civakê û ev tişt got: “Bila kes hêvî neke ku em ê bê serkeftin vê çalakiya xwe xilas bikin. Heta em sernekevin em ê dest ji vê çalakiya xwe bernedin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Heq, hiqûq, edalet’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.