Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin 2022-06-01 14:31:22   ŞIRNEX - Leşkeran li navçeya Elkê bi hinceta “ewlehiyê” çûyîna Zozanên Meydana Kolya asteng kirin.    Zozanên Meydana Kolya yên li navçeya Elkê ya Şirnexê ne ji gel re hatin astengkirin. Gelê ku xwest biçe Zozanên Meydana Kolya yên li quntara Çiyayê Kato Jîrka yê li navçeyê ne, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran bi hinceta “Ewlehiya baregehên eskerî” çûyîna zozanên ku di nav herêmên qedexekirî ku ji aliyê Walitiya Şirnexê ve hatine ragihandin de cih nagirin û gel bi destûra Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê diçe, asten kirin.