Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in 2022-06-01 12:13:39   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de bang li wezîrê edaletê û baroyên Stenbol û Enqereyê kir û wiha got: “Di rewşa heyî ya pergala hiqûqê de hemû kesên xwe li bêdengiyê didin, berpirsyar in.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 450’an de jî berdewam kir. Dayika Emîne ji ber ku nexweş bû nekarî beşdarî nobetê bibe lê Ferît Şenyaşar hat ber deriyê edliyeyê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kir.   'DÊ BI KÎJANÎ RÛYÎ DERKEVE NAVA GEL?’   Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wezîrê edaletê, baroyên Stenbol û Enqereyê etîket kir û ev peyam parve kir: “Yên ku çavên xwe ji zilma li pêşiya Edliyeya Rihayê tê kirin digirin, dê sibe bi kîjan rû derkevin nava gel? Ji rewşa heyî ya pergala hiqûqê, hemû kesên xwe li bêdengiyê didin berpirsyar in.”