Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan 2022-06-01 11:38:18   STENBOL - 170 kesên ku duh di salvegera Geziyê de li Taksîmê hatibûn binçavkirin, îro hatin berdan.   Duh li ser banga Piştevaniya Taksîmê ya bi şîara "Wê tarîtî biçe Gezî bimîne" ji bo salvegera Serhildana Geziyê bi sedan kes li pêşiya Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Stenbolê hatin gelhev. Polisan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk tundî li kesên ku ji bo bîranîna kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn cemhev kiribûn û 170 kesî binçav kiribûn.    170 kes pîştî îfadeyên xwe îro ji Miduriyeta Polisan a Stenbolê hatin berdan.