Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e 2022-06-01 11:25:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Navên 4 leşkerên ku di pevçûnên li Metînayê de mirîn hatin aşkerakirin lê belê TSK ev 4 roj in xwe li bêdengiyê da ye.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin didomin. Herêmên navborî ji hêla bejahî û hewayî ve rastî êrişên dijwar tên û pevçûnên dijwar lê diqewimin. Pevçûnên heyî tenê bi du herêman bisînor nînin, li Metîna û Xakurkê jî ku artêşa tirk di sala 2018’an de êriş li ser kiribûn jî şerekî dijwar heye. Tirkiye di pevçûnan de çekên kîmyewî bi kar tîne û windahiyên xwe vedişêre. Her du mijar jî di raya giştî de zêde nîqaş li ser tên meşandin.    Ji 28’ê gulanê heta niha Wezareta Parastinê tenê kuştina çawişên pispor Muhammed Serttaş, Îslam Sancak û Hasan Çatal ragihand. Lê belê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku ji 28’ê gulanê ve 44 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin. Li gorî nûçeya ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), ji 28’ê gulanê heta niha 3 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane.    Di daxuyaniyê de HPG’ê agahiyên balkêş parve kirin. Hat gotin ku Tirkiye windahiyên xwe vedişêre û navên 4 leşkerên di 29’ê gulanê de li Metînayê hatine kuştin parve kirin. Navên leşkerên hatine kuştin ev in: “Çawişê Biqedem Berbaz Yûnûs Eylîk, çawişê pispor Alî Taşkin (Lîwaya Komando ya Sêrtê) çawişê pispor Mevlût Çetîn û çawişê pispor Ahmet Akpinar.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dest danîne ser hinek alavên leşkerî.    Wezareta Parastinê heta niha jî derheqê leşkerên di 29’ê gulanê de hatine kuştin, tu daxuyanî nedane.    AQÛBETA 2 LEŞKERAN    HPG’ê da zanîn ku di pevçûnên 28’ê gulanê yên li Zapê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Cenazeyên du leşkeran di destê me de ne.” Balkêş e ku artêşa tirk heta niha jî têkildarî mijarê tu daxuyaniyên fermî nedane.