Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e 2022-06-01 10:09:50   ŞIRNEX - Ji keldaniyên navçeya Elkê Xemo Yaramişe ku 4 caran gundê wî Geznexê wan hatiye valakirin û ew li gundê xwe vegeriyaye ev tişt got: "Axa mirov namûsa mirov e. Ew Ewropa hemû bidin min jî ez yek zeviya xwe nedim wan."    Li herêma Botanê, di salên 1980 û 1990 de gelek gund bi hinceta ewlehiyê ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û bi salan destûr nehat dayîn ku gundî vegerên gundê xwe. Yek ji van gundan jî gundê Geznex ê navçeya Elkê ye. Gundê Geznex gundê keldaniyan e û di salên 1990 de 4 caran hatiye valakirin. Ji ber vê zilm û zordariya dewletê niştecihên gund ji neçarî koçî welatên Ewropa bûne. Lê hin gundî di sala 2001'î de careke din vedigerên gundê xwe û dest bi çandiniyê dikin. Niha li gund 16 mal hatine avakirin. Hin malbat hê jî venegeriyane gund û li Ewropayê dijîn.      Li gund, Xemo Yaramişe (75) ku 4 caran gundê wan tê valakirin û koçberî Ewropayê dibe, ji ber hesreta gundê xwe nikare zêde li Ewropayê bijî û rexmî ku zarokên wî venagerên jî niha ew bi tena serê xwe li gund dijî.   'AXA MIROV NAMÛSA MIROV E'   Yaramişe, derbarê jiyana xwe ya li gund û neterikandina gund de axivî û ev tişt gotin:"Tu tişt bi qasî axa mirov pîroz nîne. 4 caran gundê me vala kirin û me careke din ava kir. Gundê me gundek qedîm e. Ji zarokatiya xwe ve em li vî gundî ne. Di sala 1989'an dema ku gundê me vala kirin em ji nêçarî koçberî Ewropayê bûn. Lê piştî 21 salan em dîsa hatin û me gundê xwe ava kir. Gundê me bihûşt e. Mirov li ser axa xwe ne birçî ne jî tî dimîne. Axa mirov namûsa mirov e. Niha miletê me tê û diçe. Em ji ber ku tirsiyan em çûn. Sebra min li Evropa nedihat. Me bêriya gundê xwe û axa xwe kir û em hatin. Hewa û ava gundê me xweş in. Her tiştê gundê me xweş e. Me û kurdan gelek şer dikir. Berê nakokiyên kurdan li dijî me hebûn û nerehet bûn. Lê niha navbera me gelek baş e. Berê me gelek zilm û zordarî dit lê niha baş e. Beriya ku gundê me vala bikin me çandinî dikir û dexil dida xelkê. Her tiştê me hebû. Çi bibe bila bibe em ê tu caran axa xwe terk nekin. Heta ku emrê min hebe, ez ê dev ji gundê xwe bernedim û neçim. Ji bo ku ez ji gundê xwe biçim divê min bikujin. Heke mirov bi aqil be, hemû malê dinyayê yê mirov be jî mirov dev ji axa xwe bernade. Heger bi aqil bin wê bên ser axa xwe û cihê bav û bapîrên xwe. Ev çiya ji bo me dinyayê tîne. Axa me ji her tiştî pîroztir e. Ew Ewropa hemû bidin min jî ez yek zeviya xwe nedim wan."   MA / Zeynep Dûrgût