Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan 2022-06-01 09:06:58     MÊRSÎN - Girtiyê nexweş helbestvan û nivîskar Naîl Demîr ê pençeşêra kolon û prostatê pê re heye, nayê berdan. Hevjîna wî Halîme demîr got: "Ma ev edalet e?"    Girtiyê nexweş helbestvan û nivîskar Naîl Demîr ê pençeşêra kolon û prostatê, nexweşîna rodiyan pê re heye û çavên wî baş nabînin nayê berdan.    Demîr di sala 1993'yan de ji ber îxbarekê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Demîr ku di 28 saliya xwe de hatiye girtin, di 29 salên girrtîgehê de heya niha bi dorê li Mêrsîn, Meletî, Çankiri, cardin Meletî, Kocaelî, Bandirma û Ermenekê di girtîgehê de maye. Demîr niha di Girtîgeha Afyonê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye.    NEXWEŞÎNÊN WÎ   Di girtîgehê de gelek nexweşîn li Demîr peyda bûne. Ji ber ku ji rodiyên xwe yên girs emeliyat bûye, jiyana xwe bi kîsê kolostomiyê didomîne. Her wiha her du gurçikên wî jî nêm girtine. Demîr ku çavên wî baş nabînin fitiq jî pê re heye û çendî ji newqa xwe emliyat bûye jî lê ji ber şert û mercên girtîgehê baş nabe.    2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN   Hevjîna wî Halîme Demîr dixwaze hevjînê wê neqlî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û bê dermankirin. Demîr anî ziman ku hevjînê wê Naîl Demîr bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û got: "Naîl bi ereba hespan zebze û fêkî difirotin. Paşê ji xwe re ciheke fêkîfiroşan vekir. Me bi hev re ew bi rê ve dibir. Rojekê serê sibehê avêtin ser mala me. Naîl binçav kirin. Her derê malê serobino kirin. Li malê tu tişt tune bû. Yekî îfade dabû. Di dema lêgerînê de li min jî xistin. Naîl wê çaxê 28 salî bû. Ez jî 27 bûm. 5 zarokên min hebûn. Ê herî biçûk 3 mehî bû." Demîr diyar kir ku gava di girtîgehê de 9 mehên hevjînê wê qediyaye trênê li kurê wê Yûsûf ê 6 salî xistiye û jiyana xwe ji dest daye û got, kurê wê Abdullah ê 23 salî jî di qezayeke motorê de jiyana xwe ji dest daye. Demîr bilêv kir ku 3 sal in ji ber nexweşîna xwe nikare biçe girtîgehê cem hevjînê xwe.    DAXWAZA WAN A JI BO SEWQÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN   Demîr ku dixwaze hevjînê wê sewqî girtîgehek nêzî wan bê kirin got, ji bo sewqê gelek caran daxwazname dane rêvebiriya girtîgehê lê tiştek jê derneketiye. Demîr bilêv kir ku dema hevdîtina bi telefonê 20 deqe bûye lê niha kêm kirine, kirine 10 deqe û got: "Em 10 deqeyan bi hevjînê min re diaxivin. Cara dawî ji ber carwara gardiyanan tenê me 5 deqeyan xeber da. Ma ev edalet e? Nehiştin em biaxivin jî. Tim tahdeyê li girtiyan dikin. Ji bo axaftina bidîmen 200 TL ji me xwestin. Me da, lê hê jî me xeber nedaye. Diz, kujer û tecawizkar bi dîmen diaxivin lê sirf ji ber kurd in, ji ber doza heqê xw ekirine destûra axaftina bi dîmen tune ye."    Demîr xwest hevjînê wê û girtiyên nexweş ên din bên berdan.