'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî' 2022-06-01 09:02:28   RIHA - Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk re 28 sal derbas bûn. Hevjîna wî Şenay Melîk got: "Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin, serî li jiholêrakirina wî dan. Dê bi fikirên xwe bijî."    Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz re 28 sal derbas bûn. Melîk û Ayyildiz di 2'yê Hezîrana 1994'an de li Rihayê di êrişeke çekdarî de hatibûn qetilkirin. Şenay Melîk, hevjîna Muhsîn Melîk, di 28'emîn salvegera qetilkirina wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wî kir.  'TIM DIXWEST XWE BIGIHÎNE HEQÎQETÊ'   Şenay Melîk anî ziman ku Muhsîn Melîk tim doza aştî, demokrasî û mafên mirovan kiriye û wiha behsa hevjînê xwe kir: "Di nava vê têkoşînê de cih girt. Neferekî bêtawiz ê vê têkoşînê bû. Armanca wî ya sereke xizmeta herêma xwe û gelê xwe bike. Li cem gel bû, bi pratîka xwe pesend kiribû ku bê çawa bûbû şirîkê êş û coşên gel. Tiştên qezenc bikirana û winda bikirana ên tevahiya mirovahiyê bûn. Tim û tim li cem gelê xwe û rastiyê bû. Tim hewl dida ku xwe bigihîne heqîqetê. Wisa yeqîn dikir ku rêya ber bi edaletê û azadiyê ve diçe rêya heqîqetê ye. Di rêgezên xwe de bibiryar û di liv û tevgerên xwe de bihêz û bitebat bû. Cudahî ji bo wî dewlemendî bûn û ji bo jiyaneke watedar cudahî bivênevê bûn ji bo wî û ji bo vê dixebitî."    HEP; DEP Û HADEP   Şenay Melîk da zanîn ku hevjînê wê ewilî di saziyên cemaweriyê de xebitiye û got: "Di Midûriyeta Çandiniyê, DSÎ û Midûriyeta Kooperatîfên Gundan de wekî rêvebir û endezyar xebitî. Di sala 1984'an de li Amedê hat binçavkirin. 40 rojan di binçavan de ma. Gava derket ew sirgûnî Çankiriyê kirin. Îstifa kir û em hatin Rihayê. Êdî bi awayekî serbest xebitî. Gava karê xwe dikir di nava rêxistinên civaka sivîl de jî dixbeitî. Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê ava kir û bû rêvebirê wê. Di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de cih girt. Di avakirina HEP, DEP û HADEP'ê de cih girt."    ‘HAY JI TALÛKEYÊ HEBÛ'   Şenay Melîk bibîr xist ku hevjînê wê Muhsîn Melîk piştî jiyana xwe ji dest daye 2 sal ceza lê hatiye birîn ji ber axaftinek wî ya di Kongreya Giştî ya HEP'ê de û got: "Ji ber ku tevli merasîma cenazeyê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin bû, 3 mehan di girtîgehê de ma. Gava derket ji tifaqa HEP-SHP'ê bû namzetê parlementeriyê. Serokatiya HEP'ê ya bajêr û ya DEP'ê ya bajêr kir û bû endamê Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê. Gava di van partiyan de dixebitî dihat şopandin û bi mirinê gef lê dihatin xwarin. Jiyaneke bi vî rengî ji bo me bûbû awayekî jiyanê. Ew li bendî talûkeyeke bi vî rengî bû. Lê dîsa jî xizmeta gelê xwe dikir."    BERIYA BÊ KUŞTIN DIHAT ŞOPANDIN   Şenay Melîk diyar kir ku berî ku hevjînê wê Muhsîn Melîk bê qetilkirin dihat şopandin û got: "Berî bê qetilkirin sê şevan li hemberî mala me, li otoparkê wesayîtek bi şev disekine û gava lempeyên mala me ditefin ew jî diçe. Cîranek me ferq kiribû û ji Muhsîn re gotibû. Di 2'yê Hezîrana 1994'an de serê sibê saet di 9'an de wesayîta ku Muhsîn û Mehmet Ayyildiz tê de hat gulebarankirin. Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Muhsîn jî li nexweşxaneyê. Gava em gihaştin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû."    Şenay Melîk destnîşan kir ku sedema hedefgirtina Muhsîn Melîk pêwendiya wî ya bi girseyê re bû û got: "Heya sax bû bi têkoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan ve girêdayî bû, serbilind bû, fedekar û wêrek bû. Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin serî li jiholêrakirina wî dan. Lê îro ro fikirên wî, nirxên ku wî ji bo wan li ber xwe dida bi awayekî hîn bihêztir tên belavkirin. Ez wisa difikirim ku di siyaseta demokratîk de şopine girîng hiştin. Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî."    ‘EZ Ê HEYA DAWIYÊ ŞOPDARÊ WÎ BIM'   Şenay Melîk di dawiya axaftina xwe de got: "Em 28 sal in diqîrin ku bila berpris û kiryar bên dîtin. Heya hevrûbûn çênebe û berpirs neyên darizandin em ê biqîrin. Dê rastî di tarîtiyê de nemînin. Binpêkirina mafê jiyanê sûcekî li hemberî mirovahiyê ye, divê nekeve ber demboriyê. Ez ê heya dawiyê şopdarê wî bim."   MUHSÎN MELÎK KÎ YE?   Melîk di sala 1951'ê de li gundê Açmalî yê Rihayê hatiye dinê û piştî dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike di sala 1970'yî de diçe Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûroavyê. Melîk piştî vê beşê kuta dike li Rihayê Odeya Endezyarên Çandiniyê ava dike û di rêxistinkirina endezyaran de rol û risteke girîng hildigire. Melîk, paşê di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de jî cih digire. Melîk dibe Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) a Rihayê. Lê piştî 7 parlementerên kurd ji vê partiyê tên îxrackirin ew û hevalên xwe jî ji vê partiyê vediqetin û dibe yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP). Paşê dibe Serokê HEP'ê yê Navçeya Navendî ya Rihayê. Ji ber ku di kongreya ewil a HEP'ê de gotiye "Kemalîzm divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û mehkûmkirin" li DGM'ya Enqereyê tê darizandin. Piştî HEP tê girtin Partiya Demokrasiyê (DEP) tê avakirin û Melîk yek ji damezrînerên vê partiyê ye. Piştî DEP jî tê girtin vê carê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) tê avakirin û dibe yek ji damezrînerên vê partiyê jî û di Meclîsa Partiyê de cih digire.   KIRYAR NEHATIN DÎTIN   Piştî revandina karsaz Savaş Bûldan bi rojekê di 2'yê Hezîrana 1994'an de gava Melîk serê sibehê ji malê dertê, kontra wesayîta wî guleberan dikin. Di vê gulebaranê de hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û ew jî bi giranî li birîndar dibe û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Melîk li nexweşxaneyê berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dostên xwe yên li cem xwe re dibêje: "Ez êrişkaran nas dikim. Ji lew re ji zû de ez dişopandim. Ev kes, ew kes in ku em çend caran leqayî hev hatine. Yanî ên çek li me teqandin, kesên di nava ekîba polîsên sivîl de bi xwe ne ku ev ekîb ez dişopandim."    28 sal derbas bûne lê hê jî kesên Muhlîs Melîk û Mehmet Ayyildiz kuştine nehatine dîtin û dosyeya derbarê qetilkirina wan de jî daxilî nava yên kiryar nediyar hatiye kirin.    MA / Emrûllah Acar